​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin

Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî şagirtên zanîngeha Kobanê komxebatek li dar xistin. Di komxebatê de asta ku zimanê kurdî gihiştiye hate nîqaşkirin

​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê komxebata zimanê kurdî hat lidarxistin
14 gulan, 2022   15:16
KOBANÊ 

Şagirtên Zanîngeha Kobanê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî komxebatek li dar xist. Komxebat bi dirûşmeya "Zimanê Kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser di navbera rastî û hêviyan de " li navenda Çand û Hunera Baqî Xido li dar ket.

Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî.

Şervan Muslim bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got, “Zimanê kurdî zimanekî dîrokî ye. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dijmin dixwaze zimanê me tune bike, lê em tucar rê nadin ku zimanê me bê tune kirin." 

Her wiha şagirtên zanîngehê jî axivîn.  Mamostayê zimanê kurdî ya kantona Kobanê Gulbuhar Mele Sedûn hestên xwe wiha anî ziman:  “Destpêkê Esed li tevahiya Sûriyê zimanê kurdî qedexe kiribû, lê me xwe di hemû qadan de birêxistin kir û me serê xwe netewand.”

Her wiha Rêveberiya SZK'ê ya Qamişlo Viyan Cûdî jî wiha axivî: “Ji destpêka damezrandina SZK’ê heta roja me ya îro ji bo pêşxistina zimanê kurdî me gelek astengîyan re rû bi rû man. Lê bi berxwedana  gelê me, me hemû pirsgirêk derbas kir.”

Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şirîn Muslim jî axivî û da zanîn ku şoreşa Rojava ji bo zimanê kurdî bû çirayek û wiha domand: “Rejîmên ku berê li herêmê serwer bûn, hewl dan ku zimanê kurdî ji holê rakin. Xwendin, nivîsandin hemû bi zimanê erebî bû, bi vê yekê xwestin zimanê kurdî bidin jibîrkirin. Bi şoreşa Rojava zimanê Kurdî gihişt astek mezin û hemû planên qirêj ya dijmin tek çûn.”

Mamostiyê zimanê kurdî li Zanîngeha Koy ya Silêmaniyê Hîwa Selam rewşa zimanê kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku pêşketina zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê dê bandoreke mezin ên parçeyên din wekî Bakur û Rojhilat bike ku her du jî ji ber pergalên serdest de hatiye dorpêçkirin.

Di dawiyê de beşdaran anîn ziman ku ji bo rakirina tevahî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî divê xebat were xurtkirin.

ANHA