Rûsya baregehên artêşa Tirk û çeteyan li Helebê bombebaran dike

Balafirên şer ên Rûsyayê di van kêliyan de baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Daret Eze ya gundewarê rojavayê Helebê, bombebaran dike.

Rûsya baregehên artêşa Tirk û çeteyan li Helebê bombebaran dike
14 gulan, 2022   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê di van kêliyan de li dijî artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li “Foca 111” ya li herêma Daret Eze yê gundewarê rojavayê Helebê bi cih dibin, êrişên hewayî pêk tîne. Agahiyên der bare ziyanên canî li ber dest tune ne.

Bombebaran berdewam dike.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spart çavkaniyên xwecehî duh ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên Nibul û Zehra baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Şêx Silêman û bajarojê Daret Eze yê dagirkirî kirine armanc.

Heman çavkanî da zanîn ku di encama êrişan de kuştî û birîndar çêbûne.

(eh)

ANAH