Artêşa Tirk gundên li rojavayê Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Zor Mixar û Şiyûx Foqanî yên li rojavayê kantona Kobanê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên li rojavayê Kobanê topbaran dike
14 gulan, 2022   08:58
KOBANÊ

Artêşa Tirk ji baregehên xwe yên nêzî bajarê Carablusê gundên Zor Mixar û Şiyûx Foqanî yên li rojavayê kantona Kobanê topbaran dike.

Agahiyên der barê ziyanan ne diyar in.

Di 2 rojên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker gundên li rojavayê Kobanê topbaran dike. Artêşa Tirk hewl dide bi êrişên hewayî û bejahî niştecihên wan herêman bide koçberkirin.

(eh)

ANHA