Artêşa Tirk derdorê Aşxaneya Feysal li navçeya Şera topbaran dike-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdorê Aşxaneya Feysal li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike. Li asîmanê herêma Efrînê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye.

Artêşa Tirk derdorê Aşxaneya Feysal li navçeya Şera topbaran dike-HATE NÛKIRIN
14 gulan, 2022   07:03
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdorê Aşxaneya Feysal a ser bi gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ve, topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, het niha nêzî 10 guleyên obîsan li herêmê ketine.

Hemwextî topbaranê li asîmanê kanotnên Efrîn û Şehbayê tevgera balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk heye.

(cx)

ANHA