Çawa AKP’ê rewşa herêmê ji bo pêkanîna "Osmaniya Nû" bi kar anî?

Ji tevgerên domdar ên dewleta Tirk ên li herêmê bi giştî û Sûriyê û Iraqê bi taybet eşkere dibe ku ev dewlet di pêkanîna projeya ''Osmaniya Nû'' li herêmê de bi israr e. Gelo rastiya projeya "Osmaniya Nû" çi ye û çawa AKP’ê rewşên herêmê ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar anî?

Çawa AKP’ê rewşa herêmê ji bo pêkanîna "Osmaniya Nû" bi kar anî?
14 gulan, 2022   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHA EL-HEBÎB

Bi tevgerên domdar ên dewleta Tirk ên li herêmê re, mijara "Osmaniya Nû" dîsa dibe rojev. Ev têgeh ji bo wesifkirina têkiliyên siyasî yên derve yên dewleta Tirk ên bi serkêşiya AKP’ê ye.

OZAL MAFYAYÊ PROJEYA OSMANIYA NÛ YE

Siyasetmedarê Tirk Turgut Ozal ê piştî Mistefa Kemal Ataturk gihişt ser desthilatiya dewleta Tirk mafyayê projeya "Osmaniya Nû" ye. Armanca wê ew e ku gelên bi zimanê tirkî diaxivin di yek neteweyê de kom bike, ji sûra Çînê bigire heta bi Deryaya Adriyatîk an ku Asyaya Navîn, Balkan, herêma Kafkasya û Rojhilata Navîn ku tê de dewleta Tirk xwedî kontrol be.

Destpêka salên 1990'î derfeteke guncaw bû ji bo ragihandina projeya "Osmaniya Nû". Piştî Yekitiya Sovyetê têk çû, komarên îslamî li Asya Navîn serxwebûna xwe bi dest xistin, Yekitiya Yugoslavyayê têk çû û mijara rizgariyê li Balkanê derket, wan mijaran hişt ku gavên pratîkî ber bi pêkanîna vê projeyê ve bên avêtin.

AKP Û "OSMANIYA NÛ”, ÎSLAM Û MÎRASA OSMANÎ KIR YEK

Hatina AKP’ê ya bi serkêşiya Recep Teyyîp Erdogan li ser desthilata dewleta Tirk di 2002’yan de ne bûyerek ji rêzê bû û piştre pêşdeçûn li Tirkiyê û herêmê bi giştî çêbûn.

Nêzîkatiya AKP’ê ji nasnameyên din re, di serî de kurdî, dubendiyeke tund a etnîkî bû û hewl da ku wan di warê siyasî û leşkerî de tesfiye bike, her wiha aloziya kûr a mezhebî çêkir.

Rayedarên AKP’ê ji bo dubarekirina dîrokê û lîstina bi hestên gelan bi taybet Ereb û mislimanan xebitîn.

AKP’ê di avakirina nasnameya xwe ya neteweyî de xwe spartiye du stûnan; Îslam û mîrasa Osmanî. Hêmana hevpar a gelên ku li Anatolyayê dijîn ne neteweya Tirk e, lê belê dîroka Osmanî ye û diyarkerê sereke yê vê dîrokê îslama Sunî ye.

Pispor dibînin ku yekkirina îslama siyasî û Osmaniya Nû ji hêla Erdogan ve bi awayekî sîstematîk hatibû lêkolînkirin. Armanca wê jî ew e ku heta sala 2023’yan di sedsaliya rûxandina Împeratoriya Osmanî de Tirkiye ya nû were avakirin. Erdogan dixwest mîrasê Ataturk bi dawî bike û komareke duyemîn a Tirkiyê anku "Osmaniya Nû" bike.

AKP’ê ji bo vê siyasetê gelek rê û rêbaz bi kar anîn, ya herî girîng jî şanoya dewleta Tirk ku pê sûkên Rojhilata Navîn dagir kirin, dêra Aya Sofya kir mizgeft û rêûresmên Osmanî  yên din vejand.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris li ser vê yekê axivî û got: “Divê şert û mercên dîrokî li ser rastiyan were pêşandan, dîrok ne mirî ye, lê hîn zindî ye û gelek kiryarên ku ji aliyê Osmaniya Nû û dewleta Tirk ve bi nûnertiya AKP’ê ji 2002’yan ve pêk tên, bi hewldana jinûve dubarekirina vê dîrokê û îdiakirina mafên dîrokî û olî yên Tirkan li herêmên Ereban heye. "

Faris di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî rêyên bazirganiyê ji xaka Tirkiyê dûr ketin û ji ber hilweşîna aboriyê ya ji ber siyasetên çewt ên Erdogan çi li hundir an jî li derve, Erdogan hewl dide Osmaniya nû vejîne ku herêman dagir bike, dewlemendiyên wê talan bike û li ser dewlemendiyên dewleta Tirk zêde bike."

Her wiha Dr. Hamid Faris ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê projeya Osmaniya Nû fikir û mejiyê Erdogan û partiya wî de dizîvire. Ew fikir piştî hatina koma Îxwan a terorîst li ser desthilata Misirê zêde bû, lê belê bi helweşandina wê re timayên Erdogan ên mêtingerî hatin guhertin û berê xwe da dagirkirina bakur rojhilatê Sûriyê û destwerdana leşkerî li Lîbya û bike."

ÎXWAN.. AMÛRÊ SIYASETA DEWLETA TIRK E

Têkildarî amûrên Osmaniya Nû bi kar tîne, Faris wiha pê de çû: "Osmaniya Nû îdeolojiya siyaseta Tirkiyê ye ku têkiliyên siyasî yên derve yên bi serkêşiya AKP’ê kontrol dike, armanca wê zêdekirina destwerdana dewleta Tirk li herêma Ereb û Rojhilata Navîn ku berê di bin serweriya Împratoriya Osmanî de bûn. Bi wê re jî xakên herêma Ereb dagir bikin, dewletên wê talan bikin mîna li gelek welatên Ereban çêbûye, di serî de jî Sûriye, Iraq û Lîbya. Her wiha ev fikrê vejandina împratoriya Osmanî bi hatina îxwnanan li ser desthilata Misirê re ji nişkan ve li gel Erdogan çêbû."

Dr. Faris wiha berdewamî da axaftina xwe: "Çima bi taybet Îxwan? Ji ber ku Erdogan û partiya wî endamên kevn ên rêxistina navneteweyî ya îxwnan e û li gel wan toreke mezin a berjewendiyên stratejîk ên hevbeş hene û koordînaya di navbera wan de xurt e. Ji rayedarên îxwanan re li derve konferans li dar xistin, ji wan jî konferansa di 2006’an de li Stenbolê hate lidarxistin, tê de komeke mezin ji rayedarên Îxwan amade bûn, di serî de jî Yûsif El-Qerdawî."

"OSMANIYA NÛ" JI DEVÊ RAYEDARÊN AKP’Ê

Di 2003’yan de, piştî hatina serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul li ser desthilatê di hevpeyvînekê bi rojnameya tirkî re wiha gotibû, "Xetimandina Tirkiyê di Anadolê de û xistina wê di zîndanê de qet nabe. Sînorên Tirkiyê yên giştî ne sînorên fermî ne. bandora Tirkiyê û berjewendiyên wê wan sînoran derbas dike.”

Dema ji Gul hate pirsîn, gelo ev Osmaniya Nû ye? got, "Tu çawa wesif dikî, bike, Balkan, Rojhilata Navîn û Asya Navîn herêmên ji bo me cihên girîng in. Ne pêkan e Tirkiye tenê di hundirê Anadolê de bimîne."

Li kêlek wê wezîrê karên derve yê Berê Ahmet Davûdoglu di 24’ê Mijdara 2009’an de got, "Ji serdema Osmanî ve mîrasek ji me re ma. Dibêjin Osmaniya Nû, belî em Osmaniyên Nû ne. Divê em girîngiyê bidin dewletên li herêmên me û dewletên li Bakurê Afrîkayê."

Bi van daxuyaniyan re, rayedarên AKP’ê peyam û têgehên dîrokî mîna Mîsaqî Millî derbas dikin.

Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu di Çileya 2019’an de li ser mijara dayîna nasnameya tirkî ji penaberên sûrî re ev tişt got, "Ji herêmên Mîsaqî Millî hatine." Bi wê yekê tê destnîşankirin ku ew sedemeke ku dihêle bibin welatiyên tirk.

 

Rayedarên dewleta Tirk di her fersendekê de dîroka pêşiyên xwe li Sûriyê anî ziman, di 8’ê Tebaxa 2011’an de Erdogan dema serokê hikumetê bû got, "Sûriye ne mijareke derveyî Tirkiyê ye, lê em mijareke hundirîn a Tirkiyê dibînin."

Di 15’ê Tîrmeha 2012’yan de Erdogan got, "Pirsa sedemên mijûlbûna me bi Sûriyê dikin. Bersiv gelekî hêsan e. Ji ber welatê me ji dewletên mayî yên dewleta Osmanî hate damezrandin. Em neviyên Selcoqiyan û Osmaniyan in. Di dirêjahiya dîrokê de mezinên me têkoşiyan."

Di 11’ê Îlona 2018’an de beriya rojekê ji peymana Sochiyê Erdogan got, " Em ne bi rejîma Sûriyê re ne, ne jî dewleta Sûriyê nas dikin. Ger hin hêzên din dibêjin ew bi banga rejîmê li Sûriyê ne, em jî dibêjin bi banga gelê Sûriyê li vir in. Li Idlibê tu kes ne alên rûsî ne jî amerîkî radikin, lê alên Tirkiyê hindidin."

SÛRIYE.. ARMANCA OSMANIYÊN NÛJEN E

Li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker krîza Sûriya ya 2011’an dest pê kir, bi kar anî. Bi wê re li ser hesabê muxalefeta neteweyî destek da komên tundraw, piştre ew bûn çeteyên dewleta Tirk û wekî ku ew bi xwe Tirk in, al û sembolên Tirkan hildan û pesna wan dan.

Dewleta Tirk 24’ê Tebaxa 2016’an ji bo êrişên xwe yên li ser Cerablus, Bab û Ezazê diyar kir, ku ev dîroka şerê Merc Dabiq e ku di navbera Sultan Selîm ê Yekemîn û Qansu El-Gurî yê lîderê Memlûkan de pêk hatiye. Bi wê dîrokê re Osmanî derbasî rojhilatê ereban, Bakurê Afrîkayê û Misirê bûn. Lê piştî van êrişan ku mehekê dom kir, têgeheke din li derveyî têgeha Osmaniya Nû, têgeha Mîsaqî Millî derket.

Rayedarên dewleta Tirk propagandaya têgeh û navên tirkî kirin, ku armanca wan hebûna xwe li herêma "herêma tampon", Diri El-Firat û hwd ferz bikin.

Dewleta Tirk a dagirker xebata li ser îsbatkirina hebûna xwe li Idlib û Helebê kir û hewl da xwe li bakurê Sûriyê bi giştî fireh bike. Lê li pêşberî wan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketin ku li diî parçekirina Sûriyê û qutkirina parçeyên nû sekinînin, mîna li Lîwa Iskenderon bûye. Lê bi lihevkirina bi Rûsyayê re bi rêya peymana Astanayê dewleta Tirk êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew herêm dagir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûrî di salên borî de bi armanca guhartina nasnameya herêmên Sûriyê yên dagikirî mîna Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, gelek kiryar pêk anîn.

Ji van tedbîran, ragihandina qaşo hikumeta demkî û meclisên girêdayî wê di demeke berê de. Da ku nasnameyên takakesî derxin. Ev gav jî gaveke xeternak e û gefan li nasnameya neteweyî ya Sûriyê dixwe.

Ev yek jî piştî demografiya wan herêman bi rêya koçberkirina şêniyên wê yên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan bi taybet tirkmen, pêk hat. Ji wê zêdetir jî alên tirkî hatin hildan û li şûna danûstandina bi lîreya sûrî, lîreya tirkî hate ferzkirin.

Ji van gavan ên bi armanca derbekirina hêmanên dewleta Sûriyê û nasnameya wê, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan qanûnek derxist û li herêmên Sûriyê yên dagirkirî peymangeh û fakulteyên bi ser zanîngeha Tirkiyê ve vekirin.

VEGERANDINA PENABERÊN SÛRÎ RÊBAZEKÎ DIN Ê VEJANDINA OSMANIYA NÛ YE

Di vê dawiyê de jî, serokkomarê Tirkiyê Erdogan plana bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî ragihand, dê wan penaberan di avahiyên mêtingehiyê de ku bi rêya fînansên qeterî û kiwêtî hatine avakirin bi cih bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya penaberên sûrî siyaseta piralî bi kar tîne. Di demekê de weke belgeya zextê li dijî Ewropa bi kar anîn. Her wiha weke karkerên bi erzan li hundirê Tirkiyê dixebitin bi kar anîn. Ji wê zêdetir jî weke amûrên pêkanîna guhartina demografîk bi kar anî.

Der barê plana vê siyasetê de li hember Sûriyê Dr. Hamid Faris ev tişt anî ziman: "Li Sûriyê, Erdogan ji Esed re pêşniyar kir ku îxwan di hikumeta wî de beşdar bibin. Li beramber wê jî Erdogan li dijî muxalefetên Esed bixebite û şoreşa Sûriyê bi dawî bike. Lê dema ev plan bi bin ket, Erdogan berê xwe da dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewl da demografiya herêmê biguherîne mîna bi Lîwa Iskenderon re 1939’an kiriye û piştre tev li xaka Tirkiyê kiriye."

Ji daxuyaniyên Erdogan û rayedarên wî di pêvajoya derbasbûna penaberên sûrî ji xaka Tirkiyê re û daxuyaniyên niha diyar dibe ku armanca wan qutkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî ye. Ji ber ku digotin "Ew ji xaka sînorê Mîsaqî Millî hatine." Ev yek jî ji mafên wan e bibin welatiyên tirk û nasnameya tirkî wergirin. Lê niha amadekariya vegerandina wan li herêmên din dikin. Ev îşaretê bi planeke pêşerojê dike ku bi rêya wê dewleta Tirk referandûmeke şeklî li dar bixe da ku wan herêman tev li xaka xwe bike, mîna li Lîwa Iskenderon kiriye.

IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI HEDEFA OSMANIYA NÛ DE NE

Tevgerên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Sûriyê ne, lê belê li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî hene. Di Cotmeha 2016’an de, piştî redkirina hikumeta Iraqê beşdariya dewleta Tirk di operasyona rizgarkirina Mûsilê yê bakurê Iraqê ji DAIŞ’ê de, Erdogan bersiva biryara Iraqê da û got, "Divê Mîsaqî Millî bixwînin ku wateya Mûsilê ji bo me fêm bikin.. Mûsil ê me bû."

Erdogan her wiha got, "Em di bûyerên Sûriyê û Iraqê de dişopînin, divê nifşê nû tiştekî baş bizanibe, gelo Mîsaqî Millî çi ye. Divê em vê yekê baş bizanin. Heke me Mîsaqî Millî xwend û me fêm kir. Em ê baş berpirsiyariya xwe di Sûriyê û Iraqê de bizanibin. Ger em dibêjin Mûsil berpirsiyariya me ye, divê ji bo wê em li ser mase û meydanan bin. Ji ber wê jî sedemek heye. Mixabin, em nikarin Mîsaqî Millî ya xwe li sînorên xwe yên rojavayî yan jî başûr biparêzin. Ew dixwazin me bixin valahiyekê. Em têgehê red dikin. Ew ji 1923’yan ve dixwazin me di têgehê de kelepçe bikin, da ku bihêlin em boriya xwe ya selcoqî û osmanî ji bîr bikin."

Di boneyeke din de jî Erdogan got, "Me nikarî Mîsaqa xwe ya Millî biparasta. Ger em bixwazin ji nêz ve li pêşdeçûnên li Sûriyê û Iraqê binêrin, tiştek heye dixwazim bêjim, ew jî divê ji nû ve em ji nûve bibin xwediyê Mîsaqî Millî."

Dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê bi rêya avakirina gelek baregehên leşkerî bi beşdariya PDK’ê fireh kir û niha jî êrişî herêmê dike.

LÎBYA Û AZERBEYCAN Û HERÊMÊN DIN ÊN CÎHANÊ JÎ ARMANC IN

Ne tenê li Sûriyê û Iraqê, lê dewleta Tirk a dagirker xebata firehbûna serweriya xwe li Rojhilata Navîn, Lîbya, Azerbeycan û hwd kir.

Berdevkê serokatiya Tirkiyê Ibrahim Kalin, di 25’ê Kanûna 2019’an de got, "Yê dîroka dewleta Tirk a nûjen baş bizane wê têbigihêje ku ewlehiya Tirkiyê ji paş sînorên Mîsaqî Millî ve dest pê dike. Divê em planên mezin ji bo çembera xwe ya ewlehî nexşe bikin. Ji ber wê em girîngiyê didin Lîbya."

Careke din jî Ibrahim Kalin got, "Di serdema globalîzmê de ewlehiya neteweya Tirkiyê ji paş sînorên Mîsaqî Millî ve dest pê dike. Dibe ku Lîbya dûr be, lê çi bûyer li Lîbya biqewime bandorê dike."

Li ser vê yekê, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hamid Faris ev tişt got: "Ligel krîza aborî ku hişt Tirkiyê li ber îflasê be û yedekên wê yên pereyên biyanî têk bir û hişt lîreya tirkî li hember dolar têk biçe, serokkomarê Tirkiyê Erdogan tu çareserî ji krîzên ku bi destê xwe çêkirine, ji bilî desteserkirina dewlemendiyên cîran de nedît. Bi fikrê vejandina Osmaniya Nû hegemoniya xwe li ser dewlemendiyên erebî ferz dike, her wiha berjewendiyên wî di dizîna petrola Iraq û Sûriyê de eşkere bûn, li kêlek wê jî li ser petrol û gaza li herêma rojhilatê Deryaya Spî nakokiyeke mezin çêkir."

Dr. Hamid Faris di dawiyê de wiha got: "Dewleta Tirk bi wê yekê nekir, lê destê xwe kir Lîbya ku dewlemendiyên wê talan bike. Armanca ji destwerdanê, petrol û gaza Lîbyayê keysbaz bike, destkeftiyên aborî û darayî qezenc bike, dewleta Tirk ji qeyrana aborî ya bi sedema şerê Rûsya-Ukrayan, pandemiya Korona, siysetên dewleta Tirk ên çewt li derve ku Tirkiyê ji dewleta sifir pirsgirêkan veguherand dewleta ku tê de gelek pirsgirêk hene, rizgar bike."

(fr)

ANHA