​​​​​​​‘Ji bo azadiya Rêbertî çi pêwîst bike em ê bikin’

Yek jî parezerên Komîteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Xelo diyar kir ku ji zû ve dema azadiya Rêbertî hatiye û got, “da ku tecrît were şikandin û azadiya fîzîkî pêk were, weke parezer çi pêwîst bike em ê bikin.”

​​​​​​​‘Ji bo azadiya Rêbertî çi pêwîst bike em ê bikin’
14 gulan, 2022   00:44
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Di demeke ku devleta faşîst a Tirk li ser Rêber Abdulah Ocalan tecrîta girankirî berdewam dike de, êrîşên li ser Başûr, Rojava û Şengalê jî girantir dibin.  

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi rêka telefonê Rêber Abdulah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Ji vê demê û vir ve agahî jê nehatiye girtin.  

Piştî wê hemû serlêdanên ku ji aliyê xizmên Rêber Ocalan ve hatine kirin, erenî an jî neyînî bê bersiv man. Her wiha hevdîtina parêzeran jî tê astengkirin.

Rêber Ocalan, herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve ji bo parêzeran biryara qedexeya 6 mehan hate girtin. 

Tevî ku ev qedexeya 6 mehan jî di 22’ê Nîsanê de xilas bû, serlêdana parêzeran ya di 29’ê Nîsanê de ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hatiye kirin jî hate redkirin. Hate destnîşan kirin ku sedema redkirina vê serlêdanê jî, girtina biryareke nû ya qedexeyê ku 6 mehên din pêkneanîna hevdîtinê ya parêzeran digre nava xwe ye. 

Li ser agahî ji Rêber Ocalan negirtinê û li dijî tecrîta girankirî gelek saziyên civakî û rêxistinên hûqûqî serlêdan hatin kirin, li dijî van jî erenî an jî neyînî hê ti bersiv nehatine dayin.

Yek jî parezerên Komîteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Xelo, di derheqê mijarê de ji ajansa me re axifî û destnîşan kir ku divê polîtîkayinê Îmraliyê yên devleta Tirk û polîtîkayên êrîşê yên li ser Başûr, Bakur û Rojava ji hev qût neyen destgirtin.

 ‘RÊBERTÎ DI DADGEHEKE ŞEKLÎ DE HATE DARIZANDIN’

Di derheqê sedema li gel êrîşên devleta Tirkiyê giranbûna tecrîtê Mehmûd Xelo ev tişt anîn ziman; “da ku mirov bersiv bide vê pirse, divê beriya her tiştî mirov polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, girtina Birêz Abdulah Ocalan û nêzikbûna pirsgireka Kurd fêm bike. Birêz Abdulah Ocalan salane li zindana Îmraliyê tê girtin. Dadgeha ku tê de hate darizandin jî şeklî bû. Mafê parastinê nedabûnê û ji aliyê hûqûqî ve gelek kêmasiyên vê dadgehê hebûn. Ez bi awayekî vekirî dikarim bibêjim, dadgehke wisa giran ku ew qesî lêz çêbûye û hatiye encamdan li Cîhanê tine ye. Ango di vê dadgehê de mafên mirovan û pîvanên hûqûqê hatin binpêkirin.”

 ‘DIXWAZIN ENCAMÊN FIKRÊN RÊBERTÎ JI HOLÊ RAKIN’ 

Mehmûd Xelo bal kişand ser ku di serî de dewleta dagirkir Tirkiyê hemû derdorên ku fikrên Rêbertî li dijî berjewendiyên xwe dibînin, ketine nava êrîşeke berewestan û got, “dewleta Tirk siyaseta xwe ya li dijî Bakûr, Başûr, Rojhilat û herêmên me yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di şexsê Birêz Abdulah Ocalan de diyar dike. Ango polîtîkayên li dijî parçeyên Kurdistanê û polîtîkayên li dijî Birêz Ocalan mirov nikare ji hev qût bigre dest. Dewleta Tirk dixwaze fikrên ku Rêbertî di paraznameyên xwe de tîne ziman û li qadê encamên ku ev fikir derdixin holê ji holê rake. Lewma ev fikir, li dijî berjewendiyên dewleta Tirkiyê ne. Ne tenê li dijî berjewendiyên Tirkiyê ne, li dijî berjewendiyên her kesê ku li dijî demokrasi, guhertin, mafên mirovan û jinan e. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk û mûtefîkên wî, ne tenê bi çek û topan êrîşî fikrên Rêber Ocalan dikin, bi siyaset, aborî, ragihandin û di her qadê de êrîş dikin. Ji ber vê nêzikatiyê dewleta Tirkiyê hem êrîşên li ser Başûr û Rojava, hem tecrîta Îmraliyê tevî ku li dijî hûqûqa nawnetewî ne ji bo xwe rewa dibîne. Jixwe bi gotina ‘heya Kurdek li cihekî nemîne’ Erdoxan armanca xwe diyar dike.

 ‘HEYA SAZIYÊN YE JÎ GOTIN DIVÊ TECRÎT WERE RAKIRIN’

Mehmûd Xelo, diyar kir ku fikrên Rêber Abdulah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn alternatîfek e û got, “tecrîta ku pêk tê li dijî mafên mirovan û peymana Cenevre ye, heya Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên girêdayî wê jî daxûyandin ku divê tecrît were rakirin.”

GIRÎNGIYA RÊBERTÎ JI BO GELÊN CÎHANÊ

Mehmûd Xelo, bal kişand ser ku tecrîta girankirî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn xeterî ye û wisa dirêjî da axaftinên xwe, “di hûqûqê de tecrît cizayê herî giran e. Lê dîsa jî naye wê wateyê ku 23 salan mirov hevdîtinên bi parêzer û malbatan re qedexe bike û têkiliya wî bi cîhana derve re qût bike. Şexsiyet û karizmaya Birêz Abdulah Ocalan xwedî tesîreke mezin e. Her çiqasî ji aliyê fîzîkî ve di zindanê de be jî, ji aliyê fikrî ve nikarin di nava çar dîwaran de bihêlin; ev fikir ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû Cîhanê belav bûne. Ev yek me li ser ragihandinê di pengava “Dem Dema Azadiyê ye” de dît ku hê jî berdewam dike. Bi hezaran parezer, rewşenbîr û parlementerên Ewropî û hê gelêk kesayetên din yên bi nav û deng da ku tecrît bi dawî bibe û azadiya fîzîk pêk were daxwûyanî dan. Ev hemû destnîşan dikin ku nikarin weke girtiyekî normal Rêbertî di zindanê de bihêlin. Beriya her tiştî ne tenê gelekî, hemû gelên Rojhilata Navîn temsil dike. Em nikarin weke kesekî bibinin, fikir û felsefeyeke ku li Rojhilata Navîn derketiye holê û hemû Cîhanê tesîr dike ye. Ger îro li Amerîka, Ewropa, Asya û heya Japonya ger mirov ji bo Rêbertî derdikevin qadan navnîşana wê ye.”

‘DEMA AZADIYA RÊBERTÎ HATIYE’

Mehmûd Xelo bi nasnameya xwe ya parêzertiyê da ku tecrît were şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan pêk were gavên ku divê werin avêtin jî wisa rêz kirin; “ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê em her tim kar bikin û her di nava çalakiyan de bin. Weke parêzaran ji bo vê yekê li ser rûyê Cîhanê kûderê saziyeke mafê mirovan hebe em ê serlêdan bikin. Di vê mijarê de em ê konferansan darbixin û bi daxûyaniyan helwesta xwe diyar bikin. Ango çi dikeve ser milê me, em ê bê kêmasî pêk bînin. Êdî dema azadiya Rêbertî hatiye û derbas jî dibe. Divê em di cihê xwe de rûnenin û çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

DI DERHEQÊ XEBATÊN KOMÎTEYÊ DE

Kuzey ve Doğu Suriye Abdullah Öcalan’ı Savunma Komitesi avukatlarından Mehmûd Xelo, son olarak komite çalışmalarına ilişkin ise şu bilgeleri verdi: “Kuzey ve Doğu Suriye Önder Abdullah Öcalan’ı Savunma Komitesi, Kuzey ve Doğu Suriyeli 450-500 üye avukatın görev yaptığı bir komitedir. Bu komite üyeleri ve yöneticileriyle birlikte aktif bir çalışma yürütüyor. 10 Eylül 2022’de de Önderliğin durumunu değerlendirmek üzere bir konferans düzenleyecek olan bu komite, Asrın Hukuk Bürosu avukatlarıyla da iletişim halindedir. Bununla birlikte komite olarak Suriye ve diğer ülkelerdeki Arap halkının, tecrit ve Önderliğe karşı izlenen politikaları anlamaları için Önderliğin yargılandığı davanın belgelerini Arapçaya çevirme projemiz de bulunuyor.”

Yek jî parezerên Komîteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Xelo, di dawiya axaftinên xwe de bi van gotinan bal kişand ser xebatên komîteya wan; “Komîteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyeke ku nêzikî 500 parêzerî tê de kar dikine ye. Ev komîte li gel rêveberî û endamên xwe bi awayekî çalak kar dike. Komîteya me di 10’ê Îlona 2022’yan de jî konferanseke dar bixe ku rewşa Rêbertî binirxîne. Her wiha em bi parêzerên Bûroya Sedsalê re jî di nava têkiliyan de ne. Li keleka vê da ku gelên Sûriyê û welatên din yên ku Ereb lê jiyan dikin polîtîkayên li ser Rêbertî tên meşandin fêm bikin, em ê belgeyên doza ku Rêbertî tê de hatiye darizandin wergerî Erebî bikin.”

ANHA