Saziyên perwerdê û ziman: divê gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve

Sazî, komîte û zanîngeha Rojava li ser asta zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotin: "Asta perwerdeya bi zimanê Kurdî zanîngeh derbas kiriye, niha di asta xwendina master de ye. Di şoreşê de zimanê Kurdî bi pêş dikeve, divê gelê Kurd jî li xwedî vê destkeftiyê derkeve.'

Saziyên perwerdê û ziman: divê gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve
14 gulan, 2022   02:06
QAMIŞLO

Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşê xebatên perwerdehiya bi zimanê Kurdî her ku diçe xurtir û berfirehtir dibe. Gelê Kurd li Rojava li hemberî siyasetên qirkirina çandî yên dewletên desthildar îro bi geşkirina zimanê dayikê bersiv dide.

Bi boneya 15`ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, Endama Rêveberiya Giştî ya Dibistanan, Rêveberiya Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî û Endamê Komîteya Rêziman a SZK'ê xebatên xwe bi ajansa me re nirxandin.

/kr/uploads/files/2022/05/13/210044_feride.webp

Endama Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a kantona Qamişlo Ferîde Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de behsa mafê netewî ya axaftina bi zimanê dayikê kir û destnîşan kir ku mafekê bingehîn ê her miletekî ye ku zimanê xwe bi awayekî fermî di nav jiyana xwe ya civakî, perwerde, siyasî, aborî û hwd de bi kar bîne.

Ferîde Îbrahîm, bi gotina “Celadet Bedîrxan û Osman Sebrî ev kesayetên bi nirx in ku li ser xebatên perwerdehiyê û ziman kar kirine, salên dirêj ji temenê xwe di xizmeta zimanê Kurdî de bihurandine” behsa girîngiya kar û xebatên rewşenbîrên Kurd ên di oxira parastin û pêşxisitna ziman de dane meşandin, kir.

Ferîde Îbrahîm diyar kir ku li Rojava ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê, xebatekî hêja û pîroz hatiye meşandin û merteryalên baş hatine amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Bi damezrandina Rêveberiya Xweser di 2014’an de zimanê Kurdî, bû zimanê fermî yê dibistanan. Helbet her pêkhateyek bi zimanê xwe diaxive. Gelê Kurd jî ew mafê xwe ku bi dehan salan e jê hatibû bêparhiştin, bi dest xist. Ji 2014`an ve û heta niha kurdên li Rojava bi awayekî fermî perwerdeyê bi zimanê dayikê dibînin. Ne tenê rêziman, lê belê hemû branşên din jî bi Kurdî têne dayîn; wekî bîrkarî, zanyarî, fîzîk û kîmya û hwd. Bi damezrandina Rêveberiya Xweser re dibistan, akademî û zanîngeh bi zimanê Kurdî hatin vekirin û heta hinek kes xwendina bilind (Master) jî bi zimanê Kurdî dixwînin. Ev serkeftineke mezin e.”

`ZAROKÊN KURD STRANÊN XWE BI REHETÎ DIBÊJIN`

Ferîde Îbrahîm, bal kişand ser êrişên qirkirina çandî û asîmîlasyonê yên ku li dijî gelê Kurd tên meşandin û wiha got: “Ruxmî ku bi salane êrîş û qirkirinên mezin li ser gelê Kurd hatine meşandin jî, lê belê gelê Kurd karîbûye xwedî li zimanê xwe derkeve û heta roja îro biparêze. Li herêmên dagirkirî yên weke Efrînê berê di bin siya Rêveberiya Xweser de xebatên ziman bi awayekî rêk û pêk dihatin meşandin. Lê belê piştî dagirkirina bajêr, zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û şêniyên resen ên li wir neçarî axaftina bi zimanê Tirkî tên kirin. Ev mînak ne nû ye, li Bakurê Kurdistanê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî bi dehan mînakên qirkirina çandî hene; mamoste Ferzad Kemanger, Viyan Amara, Egîd Cîlo û gelek mamostayên mîna wan ên di oxira parastina zimanê xwe de, canê xwe feda kirin.”

Endama Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Ferîde Îbrahîm daxuyand ku pêwîste têkoşînek gelek mezin were kirin da ku bigihêjin astên bilindtir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro em dibînin her zarokekî Kurd bi rengekî rihet û serbest di dibistanê de dikare biaxive, sitranan bêje û bi rihetî dikare nêrîn û xeyalê xwe bîne li ser ziman, ev tiştekî cihê şanaziyê ye. Ger îro ziman hate windakirin kesayet tê windakirin, dîrok û erdenîgarî jî. Siyaset îro bi zimanê Kurdî li Rojavayê kurdistanê tê meşandin, ger bi rengekî din û zimanekî din were meşandin em ê negihêjin mafê xwe. Ger siyaset, aborî û civak bi zimanê Kurdî neyê meşandin, wê demê wê mîna berê bê jiyîn û ti sûda şoreşê namîne.”

`DI ŞOREŞA ROJAVA DE ZIMANÊ KURDÎ BI PÊŞ DIKEVE`

/kr/uploads/files/2022/05/13/210005_merwa.webp

Li aliyekî din Endama Rêveberiya Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava Merwa Îlyas, diyar kir ku di şoreşa Rojava de zimanê Kurdî gelekî bi nav û deng bûye, gelekî pêş jî ketiye û got: “Zanîngeha Rojava di 2016`an  de hat avakirin; beşa yekem tê de hat vekirin, Beşa Wêjeya Kurdî bû. Yekem car li Rojavayê Kurdistanê beşek bi vî rengî vedibe. Beşeke ku gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe lêkolîn bike û bi zimanê xwe helbestan û hestên xwe derbirîn bike.”

Merwa Îlyas, astengiyên ku wan di qonaxa vekirina beşê de kişandine jî wiha anîn ziman; “astengiyên sereke kêmbûna pirtûkan an jî kêmbûna çavkaniyên Kurdî bû. Sedemên van astengiyan jî, siyasetên rejîma Sûriyê bû. Ji ber ku tu carî nedihişt berhemek Kurdî peyda bibe. Ji ber vê, dema zanîngeh hat avakirin pirtûk pir kêm bûn, astengiya herî dihat kişandin ev bû.”

Merwa Îliyas, da xuyakirin ku wan di salên şoreşê yên derbasbûyî de teqez kirin ku zimanê Kurdî zimanê perwerdehî û zanistiyê ye û got: “Di zanîngehê de ji sedî 75 semîner bi Kurdî tên dayîn, xwendekarên qonaxa amadehî yên li Rojava, xwendekarên ji Mexmûrê jî yên ku qonaxa amadehî li Başûr temamkirine derbasî Zanîngeha Rojava dibin.”

Merwa Îlyas da zanîn ku gelek xwendekar daxwaza xwendina di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikin û bi gotina, “Zanîngeha Rojava di cîhanê de bi nav û deng bûye. Ev 2 salin xwendina master li zanîngehê vebûye, bi Kurdî beşa civaknasî waneyan bi rêya online re didin" behsa asta têkiliyên zanîngehê kir.

Merwa Îlyas bi van gotinan bangî parastina zimanê Kurdî kir; “banga me ji bo hemû gelê Kurd, bi taybetî ciwanên Kurd herdem li zimanê xwe xwedî derkevin, dûrî çanda xwe nekevin, ji ber ziman hebûn û çand e, em bi rêya zimanê xwe tên naskirin.”

`XWENDINA BI ZIMANÊ KURDÎ DERFETEKE ZÊRÎN E`

/kr/uploads/files/2022/05/13/210023_milad.webp

Endamê Komîteya Rêziman a Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Mîlad Xezalê jî, li ser destpêkirina xebatên SZK’ê wîha got, “di sala 2007`an de SZK'ê hat avakirin, destpêkê ji bo fêrkirina zimanê Kurdî ji civakê re bû, bi dizî waneyên zimanê Kurdî didan, ji ber wê demê derfet tine bû ku bi serbestî kar li ser zimanê Kurdî bê kirin. Li gorî derfetên heyî yên wê demê kar berfirehtir bû.”

Mîlad Xezalê, da xuyakirin ku di sala 2011`an de xebatên SZK`ê hîn bêhtir berfireh bûn û got: “Bi şoreşê re SZK'ê dest bi amadekirina mamosteyan kir, piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê di 2014`an de, Desteya Perwerdehiyê û Fêrkirinê hat damezrandin, xwendekarên ku tevlî astên zimanê Kurdî bûn, wek komîteyên perwerdeyê tevlî desteyê bûn û paşê derbasî dibistanan bûn.”

Mîlad Xezalê, di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku xebatên SZK`ê di sala 2019`an de derbasî navenda lêkolînan a li bajarê Qamişlo bû û wiha dom kir, “di navendê de 2 komîte hatin avakirin; komîteya rêziman û komîteya wêjeyê. Her komîteyek li gorî rêbazên zanistî dest bi xebatên xwe kir. Komîteya rêziman li ser peydakirina standarteke rastnivîsê ji bo zaravê Kurmancî xebatên zanistî û lêkolînan kir, komîteya wêjeyê jî li ser folklor û çanda Kurdî kar kir.”

Xezalê, da zanîn ku ew wek SZK’ê her dem di nava hewildanan de ne da ku hîn bêhtir zimanê Kurdî geş bikin, çi qelsî û kêmasî di pirtûkên rêziman de hebin çareser bikin, ji ber ku piştî zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbasî asta perwerdeyê bûye êdî pirsgirêk derdikevin.

Mîlad Xezalê, diyar kir ku yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava pêşketina zimanê Kurdî ye û wiha got, “ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li destkeftî û zimanê xwe yê dayikê derkevin, bi rastî jî ev derfeteke zêrîn e. "

Endamê Komîteya Rêziman a SZK`ê Mîlad Xezalê wiha axaftina xwe bi dawî kir; “divê gelê Kurd xwedî li xewna xwe derkeve ya ku bi sedan sala ye jiyaye, herin bi hawara Mîr Celadet Berdirxan ve ku bi rêya kovara Hawarê an ku di sala 1932`an de gazî û hawar li gelê Kurd kir ku xwedî li xwe, çand û zimanê xwe derkevin.”

ANHA