​​​​​​​Li Efrînê şerê çeteyên dewleta Tirk û niştecihan

Di van kêliyan de li navenda Efrînê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk û niştecihan şerekî dijwar rû dide.

​​​​​​​Li Efrînê şerê çeteyên dewleta Tirk û niştecihan
13 gulan, 2022   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê dagirkirî, beriya çend kêliyan li gel çerxerêya Kawa ya li navenda Efrîna dagirkirî şerekî dijwar rû da.

Çavkaniyan eşkere kir ku şer di navbera çeteyên "Artêşa Îslam" ên dewleta Tirk a dagirker û niştecihan de çêbû.

Tu agahiyên li ser sedemên derketina şer, hejmara kuştiyên her du aliyan de bi dest neketin.

Li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi taybet Efrînê tevliheviya ewlehî û pevçûnên bênavber ên çeteyên dagirkeriyê bi xwe û niştecihên li wir de rû didin.

Sedema şer û pevçûnan nakokiyên li ser dizîna mal û milkên welatiyên koçber bûne, ye.

(fr)

ANHA