Li bejahiyên Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de şer diqewime

Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê  de şer rû didin.

Li bejahiyên Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de şer diqewime
13 gulan, 2022   19:25
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên Nibul û Zehra bi cih bûne baregeh û nuqteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Şêx Silêman û bajarokê Daret Ize yên dagirkirî yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Çavkaniyan got, di encama topbaranê de kuştî û birîndaran hene. Agahiyên li ser hejmara kuştî û birîndaran bi dest neketin.

Hemwextî wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên Nibul û Zehra bi mûşekan kirin hedef.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de otobîseke razanê ku endamên “komîteyên gel” ên girêdayî bajarokên Nibul û Zehra tê de bûn li gundê Encare yê bakurê Helebê, kir hedef. Di encamê de 12 endam hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA