Îsraîlê bi mûşekan Misyaf kir armanc

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê daxuyand ku Îsraîlê bi mûşekan êrişî bejahiyên Hemayê kir.

Îsraîlê bi mûşekan Misyaf kir armanc
13 gulan, 2022   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku sîstema parastina hewayî bersiv da êrişa bi mûşekan a li dijî herêma Misyafê ya Hemayê.

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî da zanîn ku Îsraîlê bi êrişeke hewayî nuqteyên milîsên Îranê li herêma Misyaf a bejahiyên Hemayê kir armanc. Her wiha li berava Sûriyê hemwextî bersivdana sîstema parastina hewayî ya rejîmê ji mûşekên Îsraîlê dengê teqnînan heye.

(fr)