Kongra Star: Em têkoşîn û fedakariya Aysel Dogan ji bîr nakin

Kongra Star a Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şehîd Asyel Dogan li dû xwe mîraseke têkoşînê û rêwîtiyeke xebatê ji xizmeta gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê re hişt.

Kongra Star: Em têkoşîn û fedakariya Aysel Dogan ji bîr nakin
13 gulan, 2022   09:48
HESEKÊ

Kongra Star vê sibê li Hesekê der barê şehadeta endama Koma Aştiyê ya Bakur Asyel Dogan de daxuyaniyek da.

Şehîd Aysel Dogan piştî ji girtîgeha dewleta Tirk hat berdan, nexweş bû û di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Hisên û endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Mehmûd li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend. Bi dehan endamên Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku Şehîd Aysel Dogan li dû xwe mîraseke têkoşînê û dîrokek kar û xebatê ji bo gelê Kurd û gelên bindest ên cîhanê dagirtî hişt.

Kongra Star destnîşan kir ku şehîd Aysel şahida Komkujiya Dêrsimê bû ku wê yekê hêz dayê da ku tola qurbaniyên komkujiyên hilîne. Daxuyaniya Kongra Star wiha dewam kir: “Ji ber wê şehîd Aysel tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Li ser vê esasê li hemû qadên cîhanê tê koşiya û bû şopdarê rêya Sara û Zarîfeyan û fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan.”

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd Aysel Dogan û şehîdên azadiyê da û got: “Em ê têkoşîn û fedakariya şehîd Aysel Dogan ji bîr nekin.”

Aysel Dogan roja çarşemê li Almanyayê şehîd bûbû.

(şx)

ANHA