Xisletek ji xisletên çanda Çerkesên li Minbicê

Pêkhateya Çerkes ji Qafkasyayê hatiye, ji mêj ve ji welatê xwe koçber bûne û di encama şeran de berê xwe dane Sûriye, Urdun û Filistînê. 120 sal di ser koçberbûna wan re derbas bûne, lê dîsa jî çanda xwe diparêzin.

Xisletek ji xisletên çanda Çerkesên li Minbicê
13 gulan, 2022   09:18
MINBIC - EHMED QERAÇE

Çerkes ji beriya 120 salan ve li Minbicê ne û hîn jî çanda xwe diparêzin. Êla El-Edxay a Çerkes li Minbicê dimîne û ji şaxên Ebzax, Becdûx, Beranet û El-Qebirday pêk tê. Ji pêkhateya Çerkes Samir Hebaq têkildarî mijarê got: “Çerkes 3 caran ji Rûsyayê koçber bûne; ya sereke sala 1846`an ji ber peymana di navbera Brîtanya, Fransa, dewleta Osmanî û Rûsyayê de bû. Bi vî awayî di koçberkirin û qirkirina Çerkesan de bi ser ketin.”

Samir Hebaq bi domdarî got: “Em qir bûn û li hemû cîhanê belav bûn, beşekê berê xwe da Tirkiye, Urdun û Sûriyê û beşek jî ber bi Ewropayê ve çû. Armanc ji koçberkirina Çerkesan desteserkirina herêmên me bû, ji ber ku bi xêr û bera xwe tê naskirin. Çerkesan ji Rûsyayê berê xwe da Bulxaristan û Tirkiyê û bi vî şeklî li seranserê cîhanê belav bûn. Beşa koçberî Sûriyê bû, li ser bingeha peymana bi dewleta Osmanî re li eniyên şer belav bûn da ku dewleta Osmanî biparêzin. Li Serêkaniyê, Minbic, Xenasir û gundên Himis û Colan êla Şîşan heye.”

Hebaq diyar kir ku Çerkes ji beriya 120 salan ve li Minbic ne û sala 1902`yan li wir bi cih bûne, êdî di navbera wan û niştecihên resen ên Minbicê de têkiliyeke xurt heye.

Hebaq destnîşan kir ku hejmara malbatên li Minbicê bi cih bûne, derdora 350 bû û bi destpêkirina aloziya Sûriyê re careke din koçber bûn, hin ji wan vegeriyan Rûsyayê û hin jî çûn herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û hin jî ber bi Ewropayê ve çûn. Ji berê wê niha li Minbicê tenê 162 malbat hene.

Samir Hebaq anî ziman ku pêkhateya Çerkes dema çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribû, ji çanda xwe bê par mabûn, lê piştî herêm hate rizgarkirin, di çarçoveya pergala Rêveberiya Xweser de Komeleya Çerkesan hate avakirin û civata xwe bi rêxistin kirin.

Hebaq da zanîn ku ew tev li saziyên rêveberiyê û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin da ku çanda xwe bi pêkhateyên din bidin nasîn.

Samir Hebaq têkildarî zimanê pêkhateya Çerkes jî got: “3 zimanên pêkhateya Çerkes pê diaxivin, hene. Ji 3 êlên sereke jî ku ew jî Edxay, Qebirday û Şîşan in. Tîpên pê dinivîsin jixwe yên kirîlî ne û niha jî piraniya malbatên Qebirday li Minbic û Xenasir in û mezinên wan bi zimanên hev du bi hev re diaxivin lê ji bo zarokan derfetên fêrkirinê tune ne. Niha jî bi rêya komele û çalakiyan zarok fêrî zimanê çerkesî dibin.”

Samir Hebaq behsa cil û bergên Çerkesan jî kir û got: “Cilên wan ji kum (qilpiq) ku ji hiriya berxikan tê ristin, kirasê ku tê de berîkên mezin hene, pêk tên. Qame ew jî xencereke biçûk a ji zîv e ku ew jî nîşaneya siwar û şervanan e. Cilên jinan cuda ne li ser kumê li xwe dikin, nîşaneyên êlê li heye.”

Hebaq diyar kir ku 3 govendên sereke li gel wan hene ku ew jî Qafe, Şîşan û El-Wec in. Niha jî govendên wan tune ne lê dîlanên hêza mirov dide der hene. Gotineke Çerkesan a navdar heye ku ew jî “Yên ku nizanin bireqisin, nikarin şer bikin.”

Têkildarî çanda revandinê ku pê tên naskirin, Hebaq got ger xortek bixwaze bi keçekê re bizewice, bi razîkirina wê direvîne û dibe mala mezinê malbatê. Piştî ku mezinê malbatê bi malbata keça revandî re li hev were, zewac temam dibe.

Têkildarî xwarinên Çerkesan Rabîhe Îlyas got, ew bi ‘şibs basta, nexoşay û helûfe’ têne naskirin. Şibs ji ard, burxil û mirîşkê pêk tê. Nexoşay jî ji şîr, çay, xwê û îsot pêk tê û di şahiyan de tê danîn. Helûfe penêr û gulor e û di firinê de sor dikin an jî di zeytê de diqelînin.

(eh)

ANHA