​​​​​​​Rojnameyên erebî: Giliyên Çarçoveya Koordînekirî ji ber muhleta avakirina hikumetê

Rojnameyên erebî yên vê sibê behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, dosyaya terorê ya li Afrîkayê û ji nû ve destpêkirina xwepêşandanên li Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Giliyên Çarçoveya Koordînekirî ji ber muhleta avakirina hikumetê
13 gulan, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘IRAQ: GILIYÊN JI BER BIDAWÎBÛNA MUHLETA AVAKIRINA HIKUMETÊ`

Girêdayî rojeva Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hêzên Çarçoveya Koordînekirî amadekariyan dike ku têkildarî derbasbûna demên destûrî yên avakirina hikumetê, li Dadgeha Federal a Bilind gilî bike, nexasim ku 7 meh di ser lidarxistina hilbijartinên pêşwext re derbas bû.

Çavkaniyekî Çarçoveya Koordînekirî ku ji hêzên şîe yên encamên hilbijartinên pêşwext red kiribûn (Dewleta Yasa, Fetih, Esaîb, Hikme, El-Nasir û El-Sened El-Watanî) pêk tê, diyar kir ku aliyên siyasî yên bi çarçoveyê re hevseng, dê têkildarî derbasbûna demên destûrî û yên têkildarî belavkirina komîteyên parlamentoyê, li Dadgeha Federal doz veke yan jî gilî bike.

Parlamenterên serbixwe biryar da ku însiyatîfa xwe dereng bixin ku plan dikirin pêncşemê ragihînin.

Li gorî agahiyan, parlamenterên serbixwe di însiyatîfa xwe de plan dikin ku hikumet, serokkomar û serokwezîr ji kesên serbixwe bin. Hikumet li ser bingeheke pîşeyî û wezîr ji wezaretan bên diyarkirin, ne bi rêya pêşniyarên hêz û partiyan.

Li gorî heman agahiyan, parlamenterên serbixwe plan dikin ku hikumeta bê bi ‘Lihevkirina Nîştimanî’ bi nav kir li şûna hikumeta piraniya nîştimanî ku Sadir û hikumeta lihevkirî ku Çarçoveya Koordînekirî banga wê dikin, pêşkêş bike.”

`AFRÎKA BI TENÊ ŞERÊ TERORÊ DIKE`

Rojnameya El-Ereb têkildarî rojev û geşedanên li Afrîkayê wiha nivisî: “Kongreya ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya Mexribê li dar xistiye, du rastî eşkere kirin. Ya yekê, Afrîka bûye qibleya tevgerên tundraw. Ya din; serokên li parzemînê bê piştgirî bi têkoşîna li dijî terorê re bi tenê mane.

Dema ku Fransa hewl dide ji şerê li dijî terorê vekişe û dehf bide dewletên Afrîkayê ku bi tenê şer bikin û Fransa dê çavdêriyê bike, xuya ye DYA jî xema vî şerî naxwe.

Li gorî daneyên fermî yên Amerîkayê, hejmara bûyerên terorîst li Afrîkayê di navbera 2018 û 2021`an de ji sedî 43 zêdetir bûye.”

`LI SÛDANÊ XWEPÊŞANDANAN DÎSA DEST PÊ KIR`

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Îtîhat a Îmaratê wiha nivisî: “Hêzên ewlehiyê gaz û bombeyên deng li dijî xwepêşandanên li Xertûmê bi kar anîn. Li aliyekî din tevgerên dîplomatîk heta niha çareseriyeke siyasî ji bo aloziya li Sûdanê nedîtiye.

Ji meha Remezanê ve, ev cara yekemîn e ku xwepêşandaneke mezin li dar dikeve. Bi hezaran sûdanî heta Qesra Komarê ya li Xertûmê ruxmî germahiya zêde jî meşiyan.

Ji Nîsana 2019`an ve piştî dûrxistina Omer El-Beşîr ji serokatiya welêt, nakokiyên siyasî rû dane. Di encamê de xwepêşandan li dar ketin ku heta niha berdewam in.”

(şx)