Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Di êrişeke hewayî ya hêzên Iraqê de li parêzgeha Enbarê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
13 gulan, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku îro di encama êrişeke balafirên F-16 ên artêşa Iraqê de li parêzgeha Enbarê 3 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li gorî tora Al-Sumeriyê, Şaneya Ragihandinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî hatine wergirtin, balafirên F-16 ên hêzên hewayî yên Iraqê tunelek ku tê de çeteyên DAIŞ'ê hebûn, kir armanc.

Her wiha hate destnîşankirin ku di encama êrişa hewayî de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

 (dx)