Amadekariyên Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava tê kirin

Ji bo yekkirina helwestên jinan li dijî êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk li seranserê Kurdistanê, Kongra Star amadekariya Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava dike. Li gorî komîteya amadekar dê civîn bi beşdarbûna 50 rêxistin û partiyan li dar bikeve.

Amadekariyên Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava tê kirin
13 gulan, 2022   08:25
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li dijî van êrişan rojane partiyên siyasî û welatî bertekan nîşan didin.

Kongra Star jî amadekariyên lidarxistina civînekê bi navê `Şêwira Jinên Kurd a Rojava` dike. Têkildarî wê endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star û endama komîteya amadekar a civînê Pencewîn Elî ji ANHA`yê re axivî.

Pencewîn Elî da xuyakirin ku ev civîn bi armanca nîşandana helwesta jinên Kurd li hemberî êrişên dagirkeriyê ye û got: “Rola jinan di vê pêvajoyê de pir girîng e, bi taybet têkildarî biryarên siyasî ku îro li ser me tên ferzkirin. Mebest ji civînê derxistina helwesta jinên Kurd a li Rojava ye da ku em bikarin destkeftiyên jinan li Kurdistanê bi giştî jî biparêzin.”

Pencewîn Elî got: “Dê civîn bi beşdarbûna 50 rêxistin, partiyên kurdî, hunermend û rewşenbîrên li Rojava bê lidarxistin û bi rêya online jî ew ê tevger û rêxistinên jinan li Kurdistanê û derveyî welat tev lê bibin. Pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê û nêrîna jinan û helwesta jinan a li hemberî dagirkeriyê dê bên nîqaşkirin.”

Li ser cih û dema civînê jî Pencewîn Elî got: “Civîn dê rojekê li bajarê Qamişlo dewam bike, dîrok û cihê lidarxistinê wê jî di dema pêş de bên ragihandin.”

ANHA