Topbarana dijwar li ser gundewarê Kobanê dewam dike

Ji duh êvarê ve gundên rojavayê Kobanê bi dijwarî tên topbarankirin. Di van kêliyan de jî gundên Xirab Eto, Şêxlera Jorîn û Dîkmedaş, her wiha baregehên hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Kobanê tên topbarankirin.

Topbarana dijwar li ser gundewarê Kobanê dewam dike
13 gulan, 2022   05:37
KOBANÊ

Topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li ser gundên Şêxlera Jorîn, Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaretê, Çelxelo, Aşmê, Sêlim, Kor Elî, Dîkmedaş, Siftek Jorîn, Siftek Jêrîn, Boban, Çariqlî û Dolê Sexîr ên li rojavayê Kobanê ji duh êvarê ve û heta niha nesikiniye.

Dewleta dagirker her wiha baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Zor Mixar û Boban ên li gundewarê rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 200 topên hawanê û tankan li gundên navborî ketine.

Li aliyekî din, di van kêliyan de gundên Xirab Eto, Dîkmedaş û Şêxlera Jorîn ên gundewarê rojavayê Kobanê tên topbarankirin.

Her wiha tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê heye.

Dagirker ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî, baregeha Qirqamêş ya li hember gundê Zormixar û bargeha Zêrê ya li hember gundê Ziyaretê, bê ser û ber gundên herêmê topbaran dike û heta niha di encama topbaranê de ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûne.

(cx)

ANHA