​​​​​​​Luqman Ehmê: Projeya bicihkirina bi milyonan penaberan sûcekî şer e

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya bicihkirina bi milyonan penaberan sûrî li herêmên dagirkirî wekî sûcekî şer bi nav kir û got, yên ku destekê didin vê projeyê hevkarên vî sûcî ne.

​​​​​​​Luqman Ehmê: Projeya bicihkirina bi milyonan penaberan sûcekî şer e
12 gulan, 2022   23:42
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di encamên êrişên dijwar de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, şênî koçber kirin, sûcên dermirovî li dijî niştecihên resen ên li herêmê mane didomîne, di heman demê de guhertina demorafî pêk tîne, avahiyên mêtîngeriyê ava dike û malbatên çeteyan lê bi cih dike.

Destpêka Gulanê serokkomarê Tirk û rayedarên din ragihandin ku ew ê li herêman Efrîn, Ezaz, Bab, Carablus, Girê Spî û Serêkaniyê avahiyên mêtîngeriyê ava bikin da ku bi milyon penaberên sûrî lê bi cih bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên li hemberî van siyasetan zêde dibin ku wekî qirkirina gelên resen ên li ser xaka xwe ya dîrokî bi nav dikin.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ji ajansê re axivî.

Luqman Ehmê got, her kes dizane ku rejîma Tirk li ser bingeha qirkirina gelan û pêkanîna sûcan li dijî wan hatiye avakirin û wiha domand: "Dewleta Tirk neviyê dewleta Osmanî ye ya ku di pêvajoya dagirkirina herêmê de gel qir kirin. Di dirêjahiya sed salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker li ser erdnîgariya Bakurê Kudistanê asîmîlasyon û gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîn."

Ehmê îşaret pê kir ku ev siyasetên dewleta Tirk niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirîn dewam dikin û got: "Dewleta Tirk dixwaze li dijî gelê Kurd ên li herêmên xwe komkujiyên nû pêk bîne, lewma êriş dike û  niştecihên resen dide koçberkirin, her wiha avahiyên mêtîngeriyê çêdike da ku malbatên çeteyan û kesên ji derve yên bi darê zorê koçber bûne li wan bi cih bike."

Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrîn dagir kir bi piştgiriya rêxistinên Tirk û Kendavê ji wan Qeter û Kiwêt bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Ehmê da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in û aliyên piştgiriyê didin projeyên wê hevkarên van sûcan e û wiha axivî: " Çi kesên ku piştgiriya  projeya Tirk dikin, çi di aliyê madî û çi jî siyasî de be berpirsên kiryarên rejîma Tirk in û ew ê li pêşberî dadgehên navneteweyî werin darizandin. Di heman demê de ew ê hesab ji dewleta Tirk a dagirker jî were xwestin. ''

Luqman Ehmê bang li tevahiya dewlet û rêxistinan kir ku neyên lîstokên van projeyan û li dijî wan bisekinin, her wiha bi hinceta alîkariya penaberan pera nedin.

Ehmê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, şêniyên herêmê bi darê zorê dan koçberkirin û niha li herêmên Rêveberiya Xweser zêdetirî 600 hezar koçber hene û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca guhartina demografiyê malbatên çeteyan li malên niştecihên resen bi cih kirin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê anî ziman ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsa sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ye û hevkarên sûc û projeyên dewleta Tirk in.

(eh)

ANHA