ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2022
12 gulan, 2022   23:00

- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya bicihkirina bi milyonan penaberan sûrî li herêmên dagirkirî wekî sûcekî şer bi nav kir û got, yên ku destekê didin vê projeyê hevkarên vî sûcî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Refîq Xefûr diyar kir ku astengiyên mezin ên li pêşiya xeyalên Osmaniya nû şoreşa Kurdistanê û nimûneya ku Ocalan pêşkêş kiriye ne, ji ber wê jî dewleta Tirk dê êrişên xwe bidomîne. Xefûr got, di têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de teslîmkarî tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ekrem Ustek di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de geriya û temenê xwe di nav şoreşa Kurdistanê de derbas kirin;  xwe bi fikirê demokrastî xurt kiribû ku aştiyê pêk bîne. Piştre li bajarê ku berê xwe daye ku şerê terorê cîhanî û hevalbendên wê bike, gihaşt asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek malbatên Sûriyî û Iraqî yên li kampa Holê di bin gefên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de ne. Gelek ji wan ku ji kuştinê rizgar bûne dibêjin şaneyên DAIŞ'ê ji hundir û derve talîmatan digirin, xwe di nava kampê de bi rêxistin dikin û rêya çeteyên DAIŞ'ê dişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyê Suryan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan jihevistina tevgirtina civakê ye û got, gelê Suryan komkujiyên ku li dijî wan hatine kirine ji bîr nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar Emel Mihyedîn El-Kurdî diyar kir ku divê gelên Kurd û Ereb têkiliyên xwe xurt bikin û got: "Divê ji hev re bibin palpişt." (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Têgeha Osmaniya Nû cara yekemîn piştî êrişa dewleta Tirk a li ser Gireva Qibirsê ya sala 1974’an derket holê. Lê belê hin çavkaniyên din dibêjin ku ev têgeh vedigere beriya sala 1974'an bi taybet piştî 1960’î. Yewnanistanî ev têgeh derxist ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û bêserûberiya wê mîna Osmaniyên pêşîn nîşan da.

JIN

- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrik destnîşan kir ku ew pabendî bendên reşnivîsa peymana civakî ne û ew bend wekî misogerkirina mafên gelên herêmê nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Êzidî diyar kirr ku êrişên hikumeta Mistefa Kazimî yên bi destekdayîna PDK`ê û dewleta Tirk li ser Şengalê berdewamiya fermana 73`an e ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li dijî civaka Êzidî pêk hatibû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rewşa aborî û ewlehî ya Lubnanê dihêle ku gelek kes bi rêya "gemiyên mirinê" ji Lubnanê koçber bibin, dibe ku sedemeke din jî hebe ku dihêle li Lubnanê koçberî çêbibe, ew jî serdozgerî ye, li Lubnanê qanûnên rêbigiya li ber qaçaxiya mirovî tuneye, ji ber wê çalakvanên hiqûqî daxwaz dikin hin bend li dadgehên cezayê bên zêdekirin.

CIVAK Û JIYAN

- Pêkhateya Çerkes ji Qefqasyayê hatine. Ji mêj ve ji welatê xwe koçber bûne û di encama şeran de berê xwe dane Bîlad El-Şam, Urdun û Filistîn. Tevî zêdetirî 120 sal di ser koçberkirina wan re derbasbûye, lê dîsa jî çanda xwe parastine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA