​​​​​​​Refîq Xefûr: Şoşreşa Kurdistanê û nimûneya wê xeyalên osmanî asteng dikin

Refîq Xefûr diyar kir ku astengiyên mezin ên li pêşiya xeyalên Osmaniya nû şoreşa Kurdistanê û nimûneya ku Ocalan pêşkêş kiriye ne, ji ber wê jî dewleta Tirk dê êrişên xwe bidomîne. Xefûr got, di têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de teslîmkarî tune ye.

​​​​​​​Refîq Xefûr: Şoşreşa Kurdistanê û nimûneya wê xeyalên osmanî asteng dikin
13 gulan, 2022   03:48
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hikumeta Tirkiyê ji Adara 2020`an ve daxwazên hevdîtina bi rêber Ocalan re red dike. Tevî ku biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi rêber Ocalan re di 22'ê Nîsana borî de qediye ye, careke din di 29'ê heman mehê de serlêdana parêzeran ji bo hevdîtinê li serdozgeriya Bûrsayê hate redkirin.

Desthilata Tirk  careke din qedexeya hevdîtina parêzeran 6 mehên din dirêj kir bêyî ku sedemên eşkere bike.

 ‘LI ROJHILATA NAVÎN DI WARÊ SIYASETÊ DE BANDOR Û RÊBER E‘

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr têkildarî tecrîda li ser rêber Ocalan ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk baş dizane ku rêbertî ne girtiyekî siyasî ji rêzê ye û wiha anî ziman: " Tevî ku birêz Ocalan ev 23 sal in bi fizîkî ne di nav qada siyasî de ye, lê ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn di warê teorî û pratîkî de lîstikvanekî bi bandor û pêşeng e."

Refîq Xefûr diyar kir ku rêber Ocalan tevgereke siyasî ava kir, nimûneyek weke kilîa çareserkirina pirsgirêk, aloziyên civakî, siyasî li herêmê û guhertina rewşa wê pêşkêş kir.

Refîq Xefûr destnîşan kir ku hêza dewleta Tirk tune ye ku itîrafê bi vê rastiyê bike û wiha domand: "Her wiha derfetê nade parêzeran ku serdana wî bike. Derfetê nade tu kesî ku wî bibînin. Lê dewleta Tirk di astên cûda de danûstandinê pêre dike. Dema ku dewleta Tirk naghêje encam û xwestekên xwe di danûstandinan de, bi dijwarî êrişî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd li hundir û derveyî sînorê xwe dike. Ji aliyekî din ve jî bi hemû rêbazan zexta li ser birêz Ocalan zêde dike."

Xefûr bal kişand ser însiyatîfên ku rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo pêvajoya aştiyê ragihandin û wiha pêde çû: "Tê zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser xwesteka Ocalan gelek caran agirbest ji yek aliyî ve ragihand û derfet da dewleta Tirk ku bi rêbazên aştiyane û demokratîk li çareseriyan bigere. Lê bersiva dewleta Tirk li hember vê yekê zêdekirina êrişan ne tenê li ser HPG`ê, heman demê li dijî partî û rêxistinên kurdistanî yên ku li gorî destûra tirkî hatine avakirin."

Refîq Xefûr da zanîn ku dewleta Tirk a nûjen li ser bermahiyên dewleta Osmanî û li ser esasê neteweyî, njêjadperestî, qirkirina gelên din, redkirina hebûnên din hatiye avakirin û wiha pêde çû: "Dewleta Tirk di nava 100 salan ji temenê xwe qet ne dewleteke aram û aştiyane bû. Tevî hemû pirsgirêk û aloziyên wê yên derve û hundirîn ew weke dewleteke desthilatdar bû tu berdêlên demokratîk ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn re qebûl ne dikir û baweriya wê bi jiyana hevbeş nayê. Naxwaze dozan bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bike. Ji ber rêveberên dewleta Tirk texmîn dikin ku bingehên dewleta Tirk li ser hatiye avakirin di nava sîstema demokratîk de dê hilweşe."

Xefûr got dewleta Tirk û hikumetên wê yên li pey hev hatin ji bilî du vebijêrkan; teslîmkarî yan jî berxwedan tu derfet li pêşiya gelên herêmê nehiştin û ev tişt got: "Birêz Ocalan cezayê înfazê ne teslîmkarî hilbijart. Girtina heta hetayî ne teslîmkarî hilbijart. Tevgera wî 40 sal ji têkoşînê hilbijart ne teslîmkarî. Ev hemû peyamên eşkere ji dewleta Tirk re ne û naveroka wan ku teslîmkarî ne mumkin e. Ji ber wê jî dewleta Tirk rêya xwe ya duyemîn domand. Ew jî şer e. Rêbazên şer eşkere û diyar in. Ew şerekî leşkerî, aborî, siyasî, diplomatîk û piskolojîk e. Dewleta Tirk hemû rêbazan di şerê li dijî xwestekên gelê Kurd û gelê Tirkiyê û herêmê de  bikar tîne."

Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku tecrîda giran a li ser rêber Ocalan û êrişa dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê her wiha êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî hev in û berdewamiya hev in, çavkanî û armanca wan yek in û ew jî hilweşandina destkeftiyên gelê Kurdistanê, dagirkirin, ferzkirina koletî û desthilatdariyê li ser tevahî gelên herêmê ye.

'ASTENGIYA MEZIN LI PÊŞIYA OSMANIYA NÛ NIMÛNEYA KU OCALAN PÊŞKÊŞ KIRIYE'

Refîq Xefûr da zanîn ku dewleta Tirk siyaseta xwe bi hişmendiya hilweşandinê û tolhildanê dimeşîne, niha jî xeyal telafîkirina hilweşandina dewleta Osmanî dike û ev tişt got: "Diyar e ku neteweyên di bin desthilatdariya împartoya Osmanî de jiyan e di hemû aliyên şaristanî de dereng mane. Ne tenê wisa. Piştî hilweşandina dewleta Osmanî gelên herêmê û xaka wan hate parçekirin. Lê ne mumkine ku ev dîrok careke din û bi rêbaza ku dewlet û hikumeta Tirk dixwaze dûbare bibin."

Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Refîq Xefûr da zanîn ku gelên herêmê di navde gelê Kurdistanê qebûl nake ku tecrubeya osmanî careke din dûbare bibe û wiha dawî li axaftina xwe anîn: " Niha li pêşiya wan aso û projeyên din, jiyan û avakirina civaka demokratîk hene. Dewleta Tirk dizane ku astengiya mezin li pêşiya xeyalê osmaniya nû şoreşa Kurdistanê û nimûneya ku Ocalan pêşkêş kiriye. Ji ber wê jî dewleta Tirk dê êrişên xwe bi hemû hêza xwe bidomîne. Di heman demê de dizane ku gelê Kurd û azadîxwazên li herêmê û cîhanê vê rastiyê zanin. Ji ber vê yekê jî wê weke têkoşîna Ocalan û parastina projeyê dibînin û pir rêzdariyê didin wî."

(bx)

ANHA