​​​​​​​KEC banga derketina dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrîn kir

KEC bang li civata navnetewehî kir ku berpirsiyariyên xwe li hember sûcên dewleta Tirk pêk bînin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ji xaka Sûriyê vekişin û vegereke ewle ya şêniyên resen dabîn bikin.

​​​​​​​KEC banga derketina dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrîn kir
12 gulan, 2022   15:39
QAMIŞLO

Gelek welatiyên Efrînê li pêş navenda Kombenda Efrîn a Civakî (KEC) ya li Qamişlo kom bûn û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û guhartina demografîk şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de KEC daxuyaniyek da û endama rêveber Daliya Henan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hikumeta Tirkiyê û çeteyên wê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û bi rêya dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê gelek sûcên ku dikevin asta sûcên şer li herêma Efrînê kirin.

Efrîn herêmeke ewle û îstîqrar bû, tê de piranî gelê Sûriyê ku ji ber alava şerê qirêj, êrişên bejahî û hewayî û bikaranîna çekên qedexe direvin bi cih bûn. Di encama wan êrişan de bi dehan welatî tê de jin û zarok şehîd bûn.

Ya herî xeternak ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, ew e ku avakirina çembereke mirovî. Ew yek jî piştî biryara bicihkirina milyonek penaberên sûrî bi pereyên rêxistinên qeterî , kiwêtî li herêmên bakurê Sûriyê pêk tê. Piştî ku belgeya kaxiza bikaranîna penaberan li dijî Ewropa ji dest da.

Em KEC li Qamişloyê bi navê xwe û bi nave hemû şêniyên Efrînê yên koçber li hundir û derveyî Sûriyê û bi baweriya me ku ev projeya avahiyên mêtingeriyê xeter e, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bi awayekî cidî xebatê bikin ku ev proje were bidawîkirin.

Her wiha bang li NY’yê û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erkên xwe li hember sûcên ku dewleta Tirk kirine rabin, zextê li dewleta Tirk bikin ku ji xaka Sûriyê vekişin û vegera ewle û bi rûmet ji şêniyên resen re li wan herêman dabîn bikin."

(fr)

ANHA