​​​​​​​Gundên Kobanê tên topbarankirin- HATE NÛKIRIN

Gundên rojavayê bajarê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Gundên Kobanê tên topbarankirin- HATE NÛKIRIN
12 gulan, 2022   15:45
KOBANÊ

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê gundên Xirab Eto, Zor Mixar, Ziyaretê, Beyadê û Ehmed Mûnîr, Şexlera Jorîn, Siftek, Boban yên rojavayê bajarê Kobanê û Girê Miştenûr bi hawanan topbaran dike.

Li gorî agahiyan, heta niha derdora 15 guleyên hawanan li gundên navborî ketine, di topbarana li gundê Zor Mixarê de agir bi malan ket.

ANHA