​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên Hecînê re civiya

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bendên peymanê ji şêniyên Hecînê re şîrove kir û nêrîn û pêşniyarên wan girtin.

​​​​​​​Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên Hecînê re civiya
12 gulan, 2022   16:05
DÊRAZOR

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên xwe yên bi gel re didomîne, bendên peymanê şîrove dike û nêrîn û pêşniyaran kom dike.

Di vê çarçoveyê de komîteyê bi şêniyên bajarokê Hecînê yê dikeve rojavayê Dêrazorê re civiya.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre reşnivîsa Peymana Civakî li beşdaran hat belavkirin û ji aliyê endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ve hat xwendin û şîrovekirin.

Beşdaran, pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe derbarê peymanê de anîn ziman.

Ji mijarên ku hatin nîqaşkirin û ji aliyê komîteyê ve hatin diyarkirin, pirsgirêkên aborî û civakî, girîngiya misogerkirina mafên jinan, diyakirina rêjeya beşdarbûna wan di saziyên sivîl ên Dêrazorê de. Hate gotin ku pêwîste projeyên aborî ji bo jinên ji derveyê saziyên sivîl de werin vekirin û girîngiya parastina azadiya kesayetî, ol, mafên zorokan û parastina jîngehê hate destnîşankirin.

Mîna van civînan û wê li herêmên cûda yên Dêrazorê werin lidarxistin.

ANHA