Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Şêniyên gundên rojavayê Dêrazorê bi meşekê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê hatin şermezarkirin
12 gulan, 2022   14:29
DÊRAZOR

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê  ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên hêzên ser bi hikumeta Kazimî ve yên li ser Şengalê meşek lidar xist. Bi dehan şêniyên gundewarên rojava yên Dêrazorê, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya navenda Komîteya Perwerdeyê ya bajarokê Cezra dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkirinê re", "Em ê parastina destkeftiyên şoreşê bikin" û "Dewleta Tirk û çeteyên wê sedema wêranî û xirabiya li Sûriyê û welatên ereban in" hatin hildan.

Meş li çerxerêya bajarokê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Lîna Ewad ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê binpêkirina ber çav ji mafên mirovan, pîvanên navneteweyî ye û li beramberî vê yekê jî civata navneteweyî bêdeng e.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê soza xwerêxistinkirinê da, da ku dewleta Tirk têk bibin û ala serkeftinê bilind bikin.

(bx)

ANHA