Li Minbicê pêşbirka wênexêz û tîpnivîsa erebî

Li Minbicê bi beşdarbûna 130 xwendekarî pêşbirka wênexêz û tîpnivîsa erebî hate lidarxistin.

Li Minbicê pêşbirka wênexêz û tîpnivîsa erebî
12 gulan, 2022   14:48
MINBIC

Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê bi hevkariya Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanan bi dirûşmeya "Bi pênûsên xwe pêşerojê xêz dikin" pêşbirka wênexêz û tîpnivîsa erebî ji xendekarên dibistanên Minbicê re lidar xist.

Pêşbirk bi beşdarbûna 130 xwendekarên ji 27 dibistanan, li baxçeyê Rêber Ocalan hate lidarxistin.

Destpêkê alavên xêzkirin û nivîsa erebî li beşdaran hate belavkirin. Beriya ku encamên pêşbirkê werin eşkerekirin mamoste Meys Şêx Weys bi navê Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanan a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan axivî û got: "Ji çalakiyên dibistanan ên li bajarê Minbicê û ji bo pêşxistina ji behreyên xwendekaran me ev pêşbikr lidar xist."

Meys Şêx Weys di dawiyê de wiha got: "Divê me behreyên zarokan geş bikin, destek û hêzê bidin wan."

Di dawiyê de xwendekarên serketî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemedxêr Şêxo, Hevserokatiya KPC-Demokratîk Bûseyna El-Hisên û Suhêl Walî, Hevserokê Nivîsgeha çalakiyên dibistanan di rêveberiya giştî ya dibistanan de Îbrahîm Taha û Hevserokê Yekitiya Mamosteyan li Minbicê Elewî Heyder ve hatin xelatkirin.

(bx)

ANHA