​​​​​​​Hêzên Îranê welatiyek birîndar kir

Welatiyekî xelkê Sengeserê ya Qendîlê di gulebarana hêzên Îranê de birîndar bû.

​​​​​​​Hêzên Îranê welatiyek birîndar kir
12 gulan, 2022   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Nexweşxaneya Fêrkarî ya Qeladizê Dr. Azad Ehmed dane Rojnews’ê, îro welatiyekî xelkê bajaroka Sengeserê di gulebarana pasdarên Îranê de birîndar bûye û bi birîndarî gihaye nexweşxaneyê.

Dr. Azad Ehmed diyar kir ku 2 gule li wî welatî ketiye û got ku gulek li milê wî ketiye û guleya din jî li piliyê wî ketiye û bûye sedema xwîn bi rêje.

Dr. Azad Ehmed destnîşan kir ku di destpêkê de rewşa tenduristiya wî nebaş bû, lê piştî dermankirinê sewqî nexweşxaneya Ranya kirine û niha rewşa tenduristiya wî başe.

Dr. Azad Ehmed ragihand ku temenê kesê birîndar bûyî di navbera 30-35 saliyê de ye û bi armanca komkirina pincarê biharî çûye wê herêmê.