Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li Kampa Newroz sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li Kampa Newroz dimînin plana dewleta Tirk a ji bo bicihkirina penaberên sûrî li herêmên din û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li Kampa Newroz sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
12 gulan, 2022   10:52
QAMIŞLO

Bi sedan koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li qada Kampa Newroz a bajarê Dêrikê kom bûn û  daxuyaniyek der barê bicihkirina penaberên sûrî yên li Tirkiyê de li herêmên dagirkirî ku ne warên wan e, da.

Endama Mala Jinan a Kampa Newrozê Henûd Ehmed daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a faşîst a bi pêşengiya AKP'ê li ser herêmên cuda yên Kurdistanê, bi taybet êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi desteka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û êrişên li ser Şengalê, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de kiryarên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker û derxistina nêzî milyonek penaberên sûrî li Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca guhertina erdnîgariya herêmê, hatin şermezarkirin.     

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku destwerdanê bikin da ku pêşî li van binpêkirinan li herêmên dagirkirî bigirin.

(dx)

ANHA