​​​​​​​Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê hedefgirtina welatparêz Ekrem Ustek şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Kobanê, şermezar kir ku di encamê de kesayetê welatparêz Ekrem Ustek şehîd bû.

​​​​​​​Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê hedefgirtina welatparêz Ekrem Ustek şermezar kir
12 gulan, 2022   11:12
KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêmê Firatê bi daxuyaniyekê êrişa duh a dewleta Tirk li ser Kobanê şermezar kir ku di encamê de kesayeta welatparêz Ekrem Ustek şehîd bû.

Hevserokê TEV-DEM`ê Osman Xelef daxuyanî xwend. 

Daxuyanî wiha ye:

"Em êrişa hovane ya li ser Kobanê şermezar dikin û weke komkujiyeke nû bi nav dikin ku li lîsteya komkujiyan a dewleta Tirk zêde bûye.

Dewleta Tirk a dagirker ji mijûlbûna civata navneteweyî bi krîza Ukraynayê bi kar tîne da ku komkujiyên din li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Rojane lihevkirinên agirbestê binpê dike.

Divê cîhan û aştîxwaz van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.”

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bê mirov 2 nuqte li bajarê Kobanê bombebaran kiribû.  Ya yekemîn li dijî rêya Heleb û ya din li dijî bajêr bû. Di encamê de welatparêzê ji xelkê Bakurê Kurdistanê Ekrem Ustek  şehîd bû û zirar gihaşt mal û milkên welatiyan.

(dx)

ANHA