Partiya Yekitiya Suryan: Li hember êrişên dewleta Tirk derkevin

Bi dirûşmeya “Na ji siyasetên dijminahiyê yên dewleta Tirk li ser gelên herêmê” partî û yekitiyên Suryan sibe çalakiyeke protestokirinê li dar dixin. Senherîb Bersûm ji bo çalakiya ku dê 2 rojan berdewam bike, banga tevlîbûnê ji pêkhateyên herêmê kir.

Partiya Yekitiya Suryan: Li hember êrişên dewleta Tirk derkevin
11 gulan, 2022   13:44
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya “Na ji siyasetên dijminahiyê yên dewleta Tirk li ser gelên herêmê” Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan û Yekitiya Ciwanên Suryan, sibe çalakiyeke protestokirinê li dar dixin, çalakî li Qamişlo 2 rojan dewam dike.

Têkildarî çalakiyê Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev çalakiya wan bi armanca derketina li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker e û got: “Êrişên dewleta Tirk bi salan  di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de nehatiye rawestandin, niha jî dixwaze planên xwe yên li dijî gelên herêmê pêk bîne.”

Senherîb Bersûm da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên bê navber dike, pê re dixwaze gelan ber bi pêla penaberbûyînê ve bibe û wiha dom kir: “Armanc ji van êrişan pêkanîna guhertina demografî û bicihkirina kesên nenas li herêmên dagirkirî ye. Ev hemû siyaset li dijî gelên herêmê ye, ji ber vê yekê me pêwîstî bi nîşandana helwesta xwe bi rêya lidarxistina vê çalakiyê dît. ”

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm di dawiya axaftina xwe de bang tevlibûna çalakiya protestokirinê li hemû pêkhateyan kir û got: “Armanc ew e rêgirtina li ber êrişên dewleta Tirk e, geşkirina yekitiya di navbera pêkhate û partiyên siyasî yên li herêmê de ye. Wê bi vê çalakiyê dengê me wek gelên li herêmê hîn bêhetir bê bihîstin.”

Dê çalakî sibe 12`yê Gulanê li pêşiya Navenda Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Qamişlo dest pê bike.

(sb)

ANHA