Birîndarên Şer û şêniyên Reqayê piştgiriya xwe ji berxwedana Gerîla re nîşan da

Bi dirûşma "Bi hêza gerîla û hevgirtina gelên Rojhilata Navîn em ê êrişan ji holê rakin û hemû komployan pûç bikin", Mala Birîndarên Şer a Reqa û Tebqayê li bajarê Reqayê xwepêşandanek li dar xist û tê de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gerîla re anîn ziman.

Birîndarên Şer û şêniyên Reqayê piştgiriya xwe ji berxwedana Gerîla re nîşan da
11 gulan, 2022   13:17
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, gelek şêx û rûsipiyên êlên Reqayê û endamên Mala Birîndarên Şer a Reqa û Tebqayê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr li meydana El-Îtfaiyê ya navenda bajarê Reqayê kom bûn û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla, bimire îxaneta Barzanî, Azadî ji bo rêber Abdullah Ocalan" berz kirin.

Xwepêşandan ji çarxerêya Panorama li aliyê rojavayê bajarê Reqayê ve dest pê kir, piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Reqayê Feysal El-Salim li rola şehîdan û rola gerîlayên ku li eniyan ji bo parastina gelê herêmê şer dikin, axivî.                   

Feysal El-Salim wiha dom kir: "Dema ku DAIŞ derbasî nav axa me bû, hêzên Kazimî li ku derê bûn, dema jinên êzidî dîl hatin girtin, koçberkirin û dersînorkirin, Barzanî li ku bû? Ev komployeke nû ya ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk e, ku bi van rejîmên şovenîst û kapîtalîst re li hev nake."

El-Salim di bwerdewama axaftina xwe de got: "Me şehîd dan û di her şerekî de ku pêwîstî bi parastina destkeftiyên şehîd û projeya me hebe, em ê canê xwe feda bikin û em ê li ser şopa şehîd û birîndarên xwe bin."                        

Feysal El-Salim wiha dawî li axaftina xwe zêde kir: "Em ji birîndarên xwe re dibêjin, me birînên we li ser sînga xwe neqiş kiriye, em careke din soz didin şehîd û gelê xwe ku di her şert û mercên pêwîst de ji bo parastina destkeftiyên me amade bin û li dijî van komployan bisekinin û hêza xwe ji vîna gelê xwe û ji malbatên şehîdan bigirin."

Li ser navê şêx û rûspiyên êlan, rûspiyê êla El-Birêc li Reqayê Hisên El-Berces komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê bi giştî tê meşandin şermezar kir û li rola hêzên leşkerî ku ji bo ewlehî û eramiya herêmê fedekariyê dikin, axivî.

' QIRÊJIYÊ FIRATÊ NE '

Hisên El-Berces di berdewama axaftina xwe de got: "Ew Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi terorê tawanbar dikin. Em ne terorîst in, me li dijî terorê şer kir, me li dijî DAIŞ'ê şer kir û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir, niha ew li ser axa Tirkiyê ne û alên reş hildidin û îdîa dikin ku ew Diri Firatê ne, lê ew qirêjiyê Firatê ne."

Hisên El-Berces di dawiya axaftina xwe de got: "Em mertalê Firatê ne, ji ber ku em Firat û herêmên Firatê diparêzin û me Firatê rizgar kir, mertalê Firatê şehîdên me û malbatên şehîdên me ne."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan û silavkirina rola Hêzên Sûriya Demokratîk di parastina gelên herêmê de bi dawî bû.

(dx)

ANHA