Li Dêrazorê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin

Li bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê jineke 35 salî ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.

Li Dêrazorê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin
11 gulan, 2022   09:52
DÊRAZOR

Nûçegihana me li gorî şahidên bûyerê ragihand ku kesekî ji bajarê Bokemal ê di bin kontrola hikumeta Şamê de, vê sibê hevsera xwe Cewza Hîlal El-Merheş (35) li bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê qetil kiriye.

Li gorî şahidan, Ehmed Hesen El-Elî hevsera xwe ku diya 3 zarokan e qetil kir û piştre berê xwe da mizgefteke bajarokê û gef li kesên li wir jî xwar.

Nûçegihana me li gorî şahidan diyar kir Ehmed Hesen El-Elî tevî malbata xwe nû li Sûsê bi cih bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn cihê bûyerê û kujer girt.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê tu daxuyanî nedaye.

(eh)

ANHA