Beşdarên komxebata ji bo Efrînê: Divê hemû sûrî li hember dagirkeriya Tirk bisekinin

Beşdarên Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî têkildarî doza Efrînê û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî niştecihên resen, helwesta xwe diyar kir û got, aûcên li Efrînê û herêmên dagirkirî berdewamiya kiryarên dagirkeriya Tirk ên di dirêjahiya dîrokê de li dijî gelan in.

Beşdarên komxebata ji bo Efrînê: Divê hemû sûrî li hember dagirkeriya Tirk bisekinin
11 gulan, 2022   08:35
ŞEHBA

Duh Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dar ket.

Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên beşdarên komxebatê girtin.

Endama rêveber a Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Arîv Kassabian got: “Sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, li dijî mafên mirovan in, ev sûc ne nû ne. Lê belê ev yek beriya 107 salan jî pêk hatiye, dema ku dewleta Tirk demografiya Ermenistanê guherand û komkujî li dijî gelê Ermen pêk anîn.” 

Arîv wiha domand: “Tirkiye ji berê ve bi siyaset û sûcên xwe tê naskirin, zarokên bê guneh dikuje, demografiya herêmê digiherîne, êrişên jînosîd û gelek sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.”

Arîv îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên beriya 107 salan kir û got: “Dewleta Tirk guhertina demografiyê ku beriya 107 salan pêk aniye, îro dîsa li Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dike. Di demên dawîn de ji bo bicihkirina şêniyên neresen li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, jî hewl dide koorîdorek ava bike.”

Arîv wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sed hezaran şêniyên Efrînê li Şehbayê di kampan de li gel şert û mercên jiyanî yên dijwar dijîn. Ji mafê wan e ku vegerin axa xwe ya dîrokî.”

Arîv di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku bi awayekî cidî bi vê dozê re mijûl bibin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî rawestînin.  

Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê Ehmed El-Erec jî axivî û got: "Em bi orgenîzerên vê komxebatê re hewl didin ev kombûn deng vede û encamên wê bigihêjin qadên navneteweyî. Da ku fişar li dewleta Tirk a dagirker bê kirin, ji ber ku siyasetên wê li Sûriyê sînorên mirovahiyê derbas kirin. Em destnîşan dikin ku sûcên dagirkeriya Tirk ne tenê li Efrînê pêk hatin. Lê belê welatiyên li Şehbayê jî ji van sûcan nefilitîn û komkujî li dijî şêniyên wê pêk hatin, mîna li Idlibê, Serêkaniyê, Girê Spî û heta li tevahiya erdnîgariya dagirkirî pêk hatiye.”

'TIRKIYE DEWLETA HERÎ XETER E KU DEST LI KAR Û BARÊN SÛRIYÊ WERDAYE'

El-Erec wiha dewamî da axaftina xwe: "Ji tevahiya Sûriyê û derveyî wê gelek mijar hatin bibîrxistin. Hate teqezkirin ku dewêleta Tirk dewleta herî xeter e ku destwerdana kar û barên Sûriyê kiriye. Dewleta Tirk sûcên dermirovî pêk tîne. Her wiha mijarên ku beşdaran parve kirin, îşaretê pê kir ku divê sûrî nêrîn û refên xwe yên nîştimanî bikin yek da ku dengê gelê Sûriyê bigihînin hêzên mezin û ên garantor û di sêrî de Amerîka û Rûsya. Da ku ew jî fişarê li dewleta Tirk bikin ku ji axa Sûriyê vekişe. Em naxwazin bûyera Lîwa Iskenderon li Efrîn, bakurê Sûriyê û herêmên dagirkirî dubare bibe. Dewleta Tirk ew herêm kirine navendên terorê."

El-Erec destnîşan kir ku dewleta Tirk a adgirker dixwaze Mîsaqî Millî ji Helebê heta Mûsilê pêk bîne û van herêmên dewlemend dagir bike, lewma demografiya wan herêman diguhere.

'DOZEKE SÛRÎ YE'

Şêwirmendê berê yê miftiyê Sûriyê endeziyar Basil Qes Nesrullah diyar kir ku dagirkirina Efrînê dozeke sûrî ye û berpirsyartiya wê ji tevahiya sûriyan tê xwestin, ji ber ku Efrîn beşekî xaka Sûriyê ye.

Nesrullah wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hemû qanûnên navneteweyî yên mirovî xizmeta berjewendiyên gel dikin, lê pêk nayên û milet berdêlên van siyasetan didin û ji bo vî welatî ji dagirkerî û parçekirinê biparêze, xwe feda dike."

(eh)

ANHA