Balafirên dewleta Tirk li Kobanê êriş pêk anîn

Di nîv saetê de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kobanê û navenda bajêr Kobanê êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên dewleta Tirk li Kobanê êriş pêk anîn
11 gulan, 2022   06:43
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê pêk hatiye, êrişa din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hatine.

Li asîmanê herêmê tevgera balafirên dewleta Tirk dewam dike.

(cx)

ANHA