Îsraîlê li başûrê Sûriyê êrişa bi moşekan pêk anî

Artêşa Îsraîlê îro derdora bajarokekî parêzgeha Quneytîra ya başûrê Sûriyê bombebaran kir.

Îsraîlê li başûrê Sûriyê êrişa bi moşekan pêk anî
11 gulan, 2022   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku di saetên serê sibê de Îsraîl bi moşekan êrişî gundewarê parêzgeha Quneytîra ya başûrê Sûriyê, kir.

Ajansê diyar kir ku di encama êrişa Îsraîlê ya li derdora bajarokê Heder ê gundewarê başûrê Quneytîrayê de ziyanên madî çêbûne.

Di salên derbasbûyî de Îsraîlê li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê, baregehên Îranê û yên Hizbullah ya Lubnanê bi sedan êrişên hewayî li Sûriyê pêk anîn.

 (dx)