Bi bernameya taybet Ekrem El-Mehşûş madeyên reşnivîsa peymana civakî şîrove dike

Îro êvarê endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Ekrem El-Mehşûş tev li bernameyeke taybet a ajansa me dibe.

Bi bernameya taybet Ekrem El-Mehşûş madeyên reşnivîsa peymana civakî şîrove dike
11 gulan, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca diyarkirina şêwe û sîstema rêveberiyê li herêmê, armanc û xebatê xwe li herêmê û derveyî Sûriyê û diyarkirina erk û mafên her pêkhateyekî li herêmê, ber bi qedandina sazkirina peymana civakî ve diçe ku li şûna destûr digire.

Beriya erêkirina reşnivîsa peymanê, Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe yên bi beşên cuda yên civakê re dewam dike ku di 12'ê Sibatê de dest pê kiribû.

Ji bo şîrovekirina bend û çar beşên peymana civakî, ajansa me îro saet di 19:00`an de li gorî dema Qamişlo, bi endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Ekrem El-Mehşûş re bernameyeke taybet diweşîne.

Hûn dikarin bernameyê li ser malpera ajansê û melparên ANHA`yê li ser medya dijîtal bişopînin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

(dx)

ANHA