Rojnameyên erebî: Rûsya niyeta vekişînê dike, Îran jî hebûna xwe li Sûriyê zêdetir dike

Rojnameyên erebî yên serê sibehê derketine behsa veguhestina hêzên Rûsya ji Sûriyê bo Ukraynayê, însiyatîfên hêzên siyasî yên Iraqê û hilbijartinên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya niyeta vekişînê dike, Îran jî hebûna xwe li Sûriyê zêdetir dike
11 gulan, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

AGAHIYÊN LI SER VEGUHESTINA HÊZÊN RÛSYA YÊN LI SÛRIYÊ BO UKRAYNA

Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Medyaya Rûsya û Îsraîlê hin agahî belav kirin, ku Rûsya dest bi veguhestina beşekî hêzên xwe yên li Sûryê bo Ukraynayê kiriye. Ev yek piştî hin agahiyên li ser bicihkirina wan hêzan di 3 balafirgehan de ji bo veguhestina wan, pêk hat. Hin çavkaniyan ragihand ku hêzên “Heres Sewrî El-Îranî” û hêzên girêdayî Hizbullah a Lubnanê xwe li herêmên ku hêzên Rûsya jê vekişiyane, bi cih kirin. vê yekê fikarên Îsraîlê çêkir. Wekî ku diyar dike Îsraîl ji bo vê geşedanê xwe amade dike.

Hin dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê û Ukraynayê piştre ev dane, teqez kirin û li gorî çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku baregehên hewayî yên leşkerî yên Rûsya yên hatine valakirin an jî hêzên wan hatine kêmkirin, radestî koma “Heres Sewrî El-Îslamî” ya Îranê hatiye û Hizbullahê hatine kirin. Heman dezgehên çapemeniyê ragihandin ku hêzên rûsî li baregeha Himêmîm (rojavayê Lazîqiyê), balafirgeha Qamişlo û balafirgeheke din a Dêrazorê hatine bihckirin, beşekî din jî li balafirgeha Teyfûr a nêzî Humsê hatine bicihkirin da ku bên veguhestin.

Li gorî daneyan, hêzên “Heres Sewrî El-Îslamî” li hin balafirgeh û baregehan hatine bicihkirin, ji wan baregeha “Mahîn” a li rojhilatê Humsê ku mezintirîn baregehên Sûriyê ye.

Rûsya têkildarî mijarê tu daxuyaniyên teqezkirin an redkirinê neda, lê belê hin pisporên li Moskovê dûr dibînin ku Rûsya hêzên xwe yên li Sûriyê kêm bike. Pisporan îşaret pê kir ku hêzên tên veguhestin li Sûriyê peywireke wan a şer nîne, ji lewre vekişandina wan bi awayekî demkî dê bandorê li hebûna Rûsya ya daîm li Sûriyê bandor neke. Hin aliyên Îsraîlê jî destnîşan kirin ku ev gav metirsiyên wan çêdikin.

Hin rayedarên Ukraynayê dibînin ku ev tevgera Rûsya dê bandorên demdirêj li rewşa hêzên Rûsya li Sûriyê bike. Şêwirmendê serokê Ukraynayê Alexey Aristovich got, Moskovê ev yek ji bo lezkirina kontrolkirina Donbasê bi temamî pêk aniye.

Alexey Aristovich wiha got: “Diyar e ku Tirkiye û Îran dê hewl bidin serweriya xwe li ser hesabê artêş Esed li gel tunebûna balafirên Rûsya, berfireh bikin. Şêwirmendê ukraynî îhimala vegerandina wan hêzan di demeke nêz de bo Sûriyê dûr xist û got: “Dema ku vegerin, dê her tişt were guhertin. Herî kêm dê serweriya Îranê bi hêztir be, dê Sûriyê jî bibe 3 an 4 dewletok û Esed jî bibe serokê şaredariya Şamê.”

MUHLETA AVAKIRINA HIKUMETA BI DAWÎ BÛ Û TU PÊŞKETIN NÎN IN

Têkildarî kar û barên Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Di ser însiyatîfa serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir re hefteyek derbas bû. Însiyatîf ji bo ku hevbendiya ji zêdetirî 40 parlamanterên serbixwe erka avakirina hikumeta nû bigire ser xwe, hatibû avakirin. Muhleta ji bo wê hatibû dayîn tenê 2 hefte bûn, lê heta niha tu pêşketin çênebûne.

Hemwexît wê, Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi propagandaya însiyatîfeke din a siyasî kiriye lê detayên wê eşkere nekirin. Rayedarên PDK`ê dibêjin ku ku şansa partiyê heye ku xitimandina siyasî ya heyî bişikîne.

Li gorî aliyên siyasî yên iraqî, şansê parlamanterên serbixwe ku hikumeta nû ava bikin, pir kêm in. bi taybet ku gelek ji wan alîgirên Şepêla Sadir û Çarçoveya Koordînekirî ne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê roja duşemê dest bi propagandaya însiyatîfa xwe kir, destpêkê berê xwe da hevalbendê xwe Şepêla Sadir û Îtîlafa Sunnî. PDK`ê detayên bêtir têkildarî însiyatîfa xwe eşkere nekirin ku guman hene ew jî bi ser nekeve. Sedem jî ew e ku ev partî ne xwedî vîneke siyasî ye ku karibe nakokiyên bi Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re çareser bike. Gelo wê çawa karibe hêzên siyasî li ser nêrînekê li hev kom bike?”

DENGDAYÎNA LI DERVE BI DAWÎ BÛ, LUBNAN NÊZÎ “ROJA MEZIN” DIBE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ji dengdayîna li derveyî Lubnanê çêbûne diyar bû ku meyla lubnaniyan bi aliyê oposîzyon û guhertinê ve zêdetir e. Lê lubnaniyên li hundir welêt li benda 15`ê Gulanê ne ku dest bi hilbijartinan bikin. Beriya wê jî dê roja pêncşemê karmendên serokatiyê û rêveberiya hilbijartinan dengê xwe bidin. Lê dîsa jî gelek dijwar e behsa pêvajoya piştî 15`ê Gulanê bê kirin, beriya ku encamên wê bên naskirin.

Li gorî çavdêran, pir zû ye texmînan têkildarî serokatiyê, parlamento û hikumetê bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta serokwezîr Necîb Mîqatî wê du civînên fermî di 12-19`ê Gulanê li dar bixe, beriya ku di şeva 21`ê Gulanê de bibe hikumeteke demborî.”

(cx, şx)