Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê miqdareke teqemenî bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê miqdareke madeyên teqemeniyê yên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê miqdareke teqemenî bê bandor kir
11 gulan, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da: "Duh hêzên me bi dehan madeyên teqemeniyê yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li nêzî sûka El-Hal a berê ya li naverasta Reqayê desteser kir.

Piştî agahdarkirina navendeke me ya li bajêr, hêzên me û tîma bêbandorkirina mayînan yekser berê xwe da cihê bûyerê. Tîma endizyariyê cih kontrol kir û endamên hêzên me dorpêç kirin da ku parastina welatiyan bikin.

Piştî ku cih bi temamî hate kontrolkirin, tîma endizyariyê ya bêbandorkirina mayînan made kontrol kirin û ji bo bêbandorkirina wan madeyan birin cihên taybet.

Li ser vê em bang li welatiyan dikin ku dema madeyên biyanî dîtin yekser hêzên me agahdar bikin."

(eh)