​​​​​​​Koçberên Serêkaniyê: Em qebûl nakin ku milkê me bibe yê kesên din

Koçberên Serêkaniyê projeya dewleta Tirk a avakirina avahiyên mêtingehiyê şermezar kir û gotin divê civak û hêzên navneteweyî erka xwe pêk bînin, vê proje rawestîne û vegereke ewle ya koçberan li warê xwe were misogerkirin.

​​​​​​​Koçberên Serêkaniyê: Em qebûl nakin ku milkê me bibe yê kesên din
11 gulan, 2022   03:33
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Serokkomarê Tirkiyê di 4`ê Gulanê de ragihand ku welatê wî amadekariyên avakirina avahiyên mêtingehiyê yên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê) dike da ku milyonek penaberên sûrî li wan bi cih bike.

Bertekên li hemberî vê projeyê zêde dibin. Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê û 44 rêxistinên hiqûqî, rojnamevan û civaka navneteweyî duşema borî peyamek ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re şand, tê de hişyarî ji xeteriya projeya tirkî da.

Şêniyên resen ên herêma Serêkaniyê ku di encama êrişên dagikirinê yên Cotmeha 2019'an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji warê xwe hatine koçberkirin, projeya dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kir.

Kewser Îsa (30)  niha di kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê de dijî wiha axivî: "Em koçberên Serêkaniyê bicihkirina penaberan li ser xaka me qebûl nakin. Ev xak a me û zarokên me ye. Tu mafê wan tune ye ku li ser xaka me û di malên me de bijîn."

Kewser Îsa bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî rewşa koçberan û wiha domand: "Em bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, da ku kesên biyanî li şûna me bi cih bikin. Hemû rêxistinên mirovî û navneteweyî dibînin ku em çawa bi derfetên kêm di kampan de dijîn. Lê dîsa jî bê deng dimînin. Dibînin ku çawa koçber di rewşên mirovî zehmet de dijîn û zarokên me rewşên xirabtir dijîn."

Li gorî Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, zêdetirî 600 hezar koçber di nava kampên Rêveberiya Xweser ava kirine de dijîn. Lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide avahiyên mêtingehiyê li wan herêman ava bike û penaberan li wir bi cih bike.

Koçbera bi navê Sûriya Mihemed diyar kir ku ji ber dagirkirina warên wan, ew di kampan de zehmetiyan dikişînin û anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê dixwaze demografiya herêma Serêkaniyê biguhêre.

Sûriya Mihemed wiha domand: "Em şêniyên resen ên herêmê qebûl nakin ku kesên din li xaka me bi cih bibin, ji ber ku  xaka bav û kalên me ye, xaka ku em ji bo wê westiyan û ji bo wê me berdêlên mezin dan da ku bi rûmet bijîn."

Sûriya Mihemed bêdengiya civaka navneteweyî, di serî de saziyên NY`yê der barê bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dermirovî çêdibin de rexne kir û got: "Em koçber bûn. Li herêmên dagirkirî li pêşberî çavên cîhanê û NY`yê sûc têne kirin û tu helwestê zelal nayên nîşandan."

Şêniyên bi navê Xidir Xabûr ji êzidiyên Serêkaniyê ye destnîşan kir ku armanc ji projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê ew e ku dîroka herêmên Kurdistanê were îmhakirin, çanda pêkhateyên ku bi sedên salan li ser erdnîgariya Serêkaniyê dijiyan were qirkirin û demografiya herêmê were guhartin.

Xabûr û malbata wî ku ji 4 kesan pêk tê di kampa Waşûkanî de dijîn. Li kampê ji xwe re xwaringehek vekiriye.

Kampên Serêkaniyê, Til El-Semin û El-Mehmûdilî di sala 2019`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve koçberên herêma Serêkaniyê û Girê Spî hatin vekirin.

Xidir Xabûr der barê armancên dewleta Tirk ên avakirina avahiyên mêtîngeriyê de wiha anî ziman: "Em projeya dewleta Tirk li ser xaka xwe şermezar dikin. Xaka Serêkaniyê xaka me ye. Em qebûl nakin ev xak bibe ya dewleta Tirk yan jî ya çeteyekî. Ev xaka bavê û kalên me ye. Ev xak bi kedê hatiye. Îro dixwazin bi hêsanî bi dest bixin û kesin din li şûna me bi cih bikin. Em vê yekê red dikin û qebûl nakin."

Xidir Xabûr diyar kir ku proje berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku ji destpêka êrişên li ser herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û beriya wê jî Efrînê hatiye destpêkirin ku xaka pêkhateyên Êzidî, Kurd, Suryan û Ermen ji xwe re rewa kirine.

Koçberan di axaftina xwe de da zanîn ku civat û hêzên navneteweyî, di serî de NY’yê, her wiha aliyên qaşo xwe garantorê agirbestê nîşan didin, divê bi erkên xwe rabin, sînorekê ji projeyên dewleta Tirk ên avakirina avahiyên mêtingehiyê re deynîn.

 (bx)

ANHA