Rastiya Îmraliyê û pêşeroja Tirkiyê- Şukru GEDİK

Rastiya Îmraliyê û pêşeroja Tirkiyê- Şukru GEDİK
11 gulan, 2022   00:51

Demeke dirêje têkiliyên Rêber Apo li zindana Îmraliyê ku weke ‘zindaneke yek kesî û bi ewlehiya mezin’ tê bi nav kirin qût bûne. Tevî ku di bin tecrîteke giran de tê girtin, bi hincetên nayen naskirin bi nêzikatiyên keyfî re rû bi rû tê hiştin û cizayên zêdetir li ser ferz dikin. Bi salane serlêdan û daxwazên hevdîtinê yên parazer, wasî û malbatan bi sedemên keyfî tên astengkirin. Li gorî agahiyên dawî 6 mehên din qedexeya hevdîtinê li Rêbertî ferz kirine.

Kesên ku şahîdî li jiyan û şêwaza jiyanê ya Rêber Abdulah Ocalan kirine baş dizanin ku Ew ti hincetên bi vî rengî nade deste rayedarên Tirkiyê, ji bo xwe jî ti daxwazên wî yên şexsî çênabin. Hestiyarî, hesasiyet, sekna rêgezî, dîsîplîna jiyanê ya Rêber Apo ti carî rê nade fêrbûyinên sivik yên jiyanê. Tevî ku bêhûqûqiya herî mezin li Îmraliyê pêk tê, heya niha me ti gotinên Rêbertî yên weke gazinc nebihîstine. Her wiha baş tê zanîn ku li Zindana Îmraliyê pergaleke taybet tê meşandin. Destgirtina zindana Îmraliyê, ne weke zindanên din yên Tirkiyê ye; pêkanîn û ferzkirinên li vê zindanê jî pir cûda û taybet in. Tenê ji bo Rêbertî hatiye amadekirin, cihê rêzeqanûnên taybet yên ji bo şexsekî ye. Pergala Îmraliyê, pergaleke navnetewî ku Tirkiyê rola gardiyantiya wê girtiye ser xwe ye.

RISTA DEWLETA TIRKIYÊ GARDIYANTÎ YE

Dewleta Tirkiyê, li Îmraliyê erkeke xirab ya gardiyantiyê pêk tîne. Bi sedemên ji rêzê tecrîtkirina Rêber Apo, ji maf û hûqûqê bêpar hiştin, ji civakê qûtkirin bi tena sera xwe suçek e. Bi salane ev suç bi awayekî eşkere pêk tê. Ti pîvanên hûkûkî li vê derê ne derbasdar in. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa ku weke CPT tê bi navkirin, bi navê xwe yê dirêj Komîteya Pêşîlêgirtina Ceza û Kiryarên Biçûkxistinê û Dermirovî û Îşkenceyê jî di nav de ti sazî li gorî erka xwe tevnagerin. Li zindana Îmraliyê em bi şerekî ku pergala kapîtalîst li hemberî kesekî dimeşîne re şahidiyê dikin. Şerekî mezin yê derûniyê jî di nav de hûrgiliyên şerê taybet bi awayekî pergal li vê derê tên meşandin.  

Di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de her tişt bi hûrguliyên wê hatiye fikirîn û pêkanîn. Em roj û seatan bidin aliyekî, her salîseyek jî hatiye plankirin. Pêkanîna cezayên îdamê ku li demeke dirêje tê pêkanîn e. Jixwe sosretiya huqûqa navxweyî ya Tirkiyê her kes dizane. Jixwe gotinên weke ‘heq, huqûq û edelet’ ku ji aliyê mûxalefetê ve tên karanîn li ber piyan çûne. Heya pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ku hemû pîvanên huqûqa derva binpê kiriye naye çareserkirin, pirsgirakên civakî jî nikarin werin çareserkirin. Jixwe pirsgireka Kurd jî gîrdaba Tirkiyê ye. Heya ji vê gîrdabê dernekevin ne gengaz e ku pirsgirekên stratejîk yên Tirkiyê jî werin çareserkirin.

HEYA ÎMRALI NAYE FÊMKIRIN TI PIRSGIREK NAYEN DERBASKIRIN

Nêzikatî û nirxandinên ku Rêber Apo tenê weke şexsekî digrin dest, ji destpêke de dikevin şaştiyê û rast fêmkirin û çareserkirina meselê jî dûr dikevin. Beriya her tiştî Rêber Apo vîna gelekî ye. Divê were zanîn ku li Îmraliyê milyonan mirov dîlgirtî ne. Dervayî vê rastiyê temaşekirina Rêber Apo, korbûna siyasî ye. Şert û mercên zindana ku Rêber Apo tê de ye û tecrîta teqûz divê ji pirsgirekên herêmî û qewimînên ji cîhanê qût neyen destgirtin.

Heya ku polîtîkaya li dijî Rêber Apo tê meşandin naye fêmkirin, êrîş û operasyonên dagirkeriyê û qirkirinê ku li ser Qadên Parastina Medya, Mexmûr, Şengal û Rojava tên pêşxistin nayen fêmkirin. Li Tirkiyê wê têkçûyina aborî, enflasyona bilind, xitimîna siyasî, bê huqûqî û bê adaletî berdewam bike. Zext û îşkence wê qat bi qat zêde bibe. Bi kurtasî xitimîna rejîmê û qeyrana rêveberiyê wê her bidome. Pirsgireka Kurd jî di nav de pirsgirekên kêmnetewan û baweriyan, pirsgirekên pergalî yên rejîmê li Îmraliyê bûne koregirek.

PÊŞEROJA SIYASÎ YA TIRKIYÊ GIRÊDAYÎ ÎMRALIYÊ YE

Pirsgirekên ku li Îmraliyê bûne koregirek, tenê li Îmraliyê dikarin werin çareserkirin. Kesê ku tena bi serê xwe pirsgirekên gelên Tirkiyê girtiyê ser milê xwe, kesê ku di vê mijarê de xwedî perspektîf û hêz e, Rêber Apo ye. Ji ber pêwîstiya vê berpirsyariyê, hêza sebir û berxwedaniyeke mezin nîşan dide. Ji ber ku di van mijaran de tavîzan jî nade, di nava pergaleke giran ya tecrît û îşkenceyê de tê girtin. Bi vî rengî şer û berxwedaniya mezin li Îmraliyê tê meşandin.

Ji ber temsîliyeta xwe Rêber Apo pêşeroja Tirkiyê tesîr dike, mirov dikare bibêje pêşeroja Tirkiyê diyar jî dike. Di zindanê de bûyina wî, vê rastiyê naguherîne. Heya pirsgireka Kurd naye çareserkirin, li Tirkiyê dê her tişt seqet û nîvço bimîne. Kesên ku pirsgireka Kurd didin aliyekî û qala çareseriya pirsgirekên siyasî û aborî yên Tirkiyê dikin vala diaxifin. Muxatabê vê pirsgirekê ne tene bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye ku niha di deshilatdariyê de ne, mûxalefet jî di nav de pirsgireka her kesekî ku li Tirkiyê siyasetê dike ye. Ferasetên tekperest yên siyasî ku pêşeroja Tirkiyê bê Kurd difikirin divê pir baş bizanin ku meseleya demokratîkbûna Tirkiyê wê her weke pirsgirekeke bimîne.

DERMANÊ HEMÛ DERDÊN TIRKIYÊ ÎMRALI YE

Çareya yekane, çareseriya pirsgireka Kurd e. Ji bo vê jî divê em serî li vîna ku Rêber Apo temsil dike bidin. Tiştên din ku tên ziman, gotinên vala ne, teferuat in. Heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk naye, şert û mercên mûzakereya wekhev ya dualiyan çênebe, di riya siyasetê de pêşketin çênabin. Siyasetmedarên ku di hilbijartinan de diçin Amedê dibêjin, ‘riya çareseriya pirsgirekan ji Amedê re derbas dibe.’ Lê ev jî xwe şaş dikin, ya rast ev rê ji Îmraliyê re derbas dibe.

ANHA