​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Bicihkirina milyonek kes li herêmên dagirkirî rê li ber qutkirina wan herêman vedike

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, dixwaze wan herêman ji Sûriyê qut bike.

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Bicihkirina milyonek kes li herêmên dagirkirî rê li ber qutkirina wan herêman vedike
10 gulan, 2022   23:38
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, şêniyên wê bi darê zorê da koçberkirin û bi sedhezaran kes ji malbatên çeteyan li wir bi cih kirin, niha li gel bêdengiya civata navneteweyî ,dixwaze milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Li ser vê yekê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA'yê re axivî. Hemdan El-Ebid diyar kir ku tişta dewleta Tirk a dagirker dike, beriya niha plana wê kiribû û got, dewleta Tirk bi bihaneya Îslamê destwerdan di karûbarên welatên Rojhilata Navîn de dike, da ku berjewendiyên xwe fireh bike.

Hemdan El-Ebid îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker muxalefet an jî Îtîlafa Sûrî bi aliyê xwe ve kişand û îdia dike ku nûnertiya gelê Sûriyê dike û got: "Lê piştî bidawîbûna erkên xwe yên destpêkê, kesên ku îdia dikin ku şoreşger in, bi kar anîn û ew kirin çete. Her wiha kesên îdia kirin ku nûnertiya gelê Sûriyê dikin, tenê nûnertiya xwe dikin."

Hemdan El-Ebid wiha domand: "Ji dema  ku welatiyên Humis, Dera û gundewarên Şamê lihevkirin û çareserî qebûl nekirin û ber bi herêma Idlib, bakurê Heleb û bakurê Hemayê ve hatin veguhastin, ew herêmê ji komên terorîst re bûne barege ku xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dikin."

El-Ebid îşaret pê kir ku bikaranîna têgeha "ewlehiya neteweyî" na rast e û wiha pê de çû: "Ev peyv, planek e ku van herêman qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike, mîna çawa li Lîwa Iskendron kiriye. Ew kesên ku lihevkirin red kirin ku berjewendiyên dewleta Tirk dimeşînin li Lîbya û li dijî Ewropa weke belgeya zextê hatin bikaranîn. Ev hemû hêman xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk dikin."

El-Ebid di dewama axaftina xwe de got: " Em Rêveberiya Xweser banga diyalogê, ne hêza çekê dikin. Divê sûrî dûrî destwerdanên derve tev li diyaloga Sûrî-Sûrî li ser xaka Sûriyê bibin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bal kişand ser plana dewleta Tirk a bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên daigkirî û ev tişt got: "Ew bi vê yekê dixwazin Ewropayê dilrehet bike û ji wan penaberan xelas bibe. Vê yekê bi lihevkirina hikumeta Şamê û pêkanîna biryarên civîna ewlehî ya li Iraqê li dar ketibû dikin."

El-Ebid eşkere kir ku armanca duyem jî wan penaberan di pêşerojê de ji bo hilbijartinan bi kar bîne û mîna Lîwa Iskenderon li wan herêman bike da ku projeya îxwanî temam bike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid di dawiyê de got: "Projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî bi rêya avakirina avahiyên mêtingehiyê ji aliyê Qeter û Kiwetê ve nayê qebûlkirin, li dijî pîvanên û zagonên navneteweyî ye."

(şt)

ANHA