Dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî êrişî 2 gundên Şehbayê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê bi tank û fuzeyan, topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî êrişî 2 gundên Şehbayê dike
11 gulan, 2022   07:22
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî û bi tank û fuzeyan êrişî gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê dike.

Ev yek piştî êrişa balafirên bê mirov ên bi çek ên dagirkeriya Tirk li ser başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr, pêk tê.

Di 9`ê Gulanê de jî artêşa Tirk a dagirker gundên Um Hoş û Um Qura hedef girtibû û rûberên berfireh ên genim û ceh lê hatibûn çandin, hatin şewitandin.

(cx)

ANHA