​​​​​​​Ji ber kêmbûna ava Firatê saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, saetên dayîna kehrebeyê ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûn 6 saet tenê.

​​​​​​​Ji ber kêmbûna ava Firatê saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn
11 gulan, 2022   04:34
KOBANÊ – CÛMA MIHEMED

Gerînendeyê Bendava Tişrîn Hemûd El-Hemadîn ji ANHA`yê re got ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji Tirkiyê ve, bernameyeke nû ji bo saetên dayîn kehrebeyê diyar kirin.

Endezyar Hemûd El-Hemadîn diyar kir ku li gorî bernameyê nû yش pêxistina bendavan ji bo dayîna kehrebeyê, dê tenê kehrebe 6 saetan were dayîn, ji saet 16:00`an heta 22:00`an.

Kehrebe bi xeta "xizmetguzarî" ji bajaran re tê dayîn. Ji saet 00:00`an ve ye û piştî kehrebe heta saet 16:00`an ji roja din tê qutkirin.

Ji beriya hefteyekê û heta îro saetên dayîna kehrebeyê ji herêmê re dighêje zêdetirî 8 saetan ji saet 16:00`an û heta saet 24:00`an ji gundan re. Her wiha 4 saet zêde ji bajaran re dihat dayîn û digihaşt heta saet 04:00`an berbanga sibê.

Hemadîn diyar kir ku gelek gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi bernameya nû ya kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê bi bandor dibin û bajarên zêdetir bi bandor dibin, Kobanê û Minbicê ne.

Li gorî El-Hemadîn, rêjeya ava çemê Firatê di saniyekê de daketiye 200 mitrekab û got di roja yekemîn a Cejna Remezanê de di saniyekê de daket 125 mitrekab.

Dewleta Tirk ji 27`ê Çileya 2021`an de ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye. Bi vê yekê rêjeya avê di saniyekê de daket 200 mitrekab e. Li gorî peymana berê ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, divê Sûriyê herî kêm 500 mitrekab av di her saniyekê de werbigre.

Metirsî zêdetir dibin ku qutkirina avê dewam bike, nexasim ku çemê Firatê her salê di mehên buharê de diherike, lê dewleta Tirk avê qut dike. Ji ber vê yekê jî demsala havînê û mehên bê dê yên herî zehmet ji bo gelê Sûriyê bin.

Beriya çend salan ji ber helandina berfa li ser deşta Ermenîstanê, rêjeya ava çemê Firatê di buharê de û di dema herkînê de di her saniyekê de gihaşt hezar mitrekabî.

Kêmbûna ava çemê Firatê bandorê li çandinî, kehrebe, ava vexwarinê, nêçîrê û aliyê pîşesazî dike û ewlehiya xwarinê û avê dixe xeteriyê.

(bx)

ANHA