Ramî Ebdurehman: Bicihkirina bizorê, mîna baregehên girtinê ye

Di Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî de hate gotin dewleta Tirk bi bicihkirina penaberan li Efrnê hewl dide mijarê bike mijareke realîst û qanûnî.

Ramî Ebdurehman: Bicihkirina bizorê, mîna baregehên girtinê ye
10 gulan, 2022   15:02
ŞEHBA

Di Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî ya bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye”  de ku li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate lidarixstin hate gotin ku dewleta Tirk bi dagirkirina kantona Efrînê re sûcên şer pêk anîn.

Xebatên rûniştina duyemn a Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi rêya axaftina beşdaran li ser xeteriya projeya dewleta Tirk a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî berdewam dikin.

/ar/uploads/files/2022/05/10/142615_alastytan-alqsry-yshbh-maskrat-alaatqal-28229-5b1600x12005d.bmp

Mudîra Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Amerîka Megun Judth da zanîn ku dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve derqanûnî ye û wiha got: "Dewleta Tirk bi awayekî derqanûnî dagir kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kurd û pêkhateyên li Efrînê qirkirina etnîkî mezhebî pêk anîn."

Megun Judth eşkere kir ku çeteyan li kantona Efrînê ya dagirkirî sûc pêk anîn û wiha domand: "Çeteyên alîgirê dewleta Tirk a dagirker welatî qetil kirin, mal û milkên wan desteser kirin."

Megun Judth bang li aliyên pêywendîdar kir ku bûyerên li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tên belge bikin û wiha pê de çû: "Divê Rêxistina Mafên Mirovan bûyerên li Efrînê, ji sûcên ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tên werin belgekirin, bi taybet sûcên hovane yên li dijî jinan pêk tên. Pêwîst e çi li Efrînê dibe û dê çi bibe werin belgekirin, heke dagirkeriya Tirk û komên wê yên çete bi dawî nebûn."

Megun Judth ev tişt got: "Tişta li Efrînê dibe sûcên şer derbas kir û êdî bû dozeke mirovî. Bi rêya belgekirina wan sûcan em dikarin kesên jiyana xwe ji dest dane xelat bikin. Gerek çete werin darizandin, her wiha bepirsên ew sûcên plan kirin werin darizandin, dewleta Tirk ne di ser qanûnê re ye."

Li aliyekî din jî mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman bal kişand ser guhartina demografî ku niha li Efrîna dagirkirî pêk tê, kir û wiha got: "Li gorî NY’yê qirkirina etnîkî, rakirina komeke diyar bi rêya rêbazên tund û bicihkirina hinên din li şûna wan e. Efrînê têkildarî pêkhateyan, herêmeke hevseng bû. Niha pêkhateya sunne kontrol e."

Ebdurehman îşaret bi bicihkirina bizorê ya dişibe baregehên girtinê kir û wiha pê de çû: "Gotinên berpirsên tirkan îsbat dike ku qirkirina etnîkî bi mebest bû. Li gorî îdiayên wan armanc ji êrişên li dijî Efrînê ew bû ku welatiyên resen li Efrînê bi cih bikin. Ev gotin rastiyan berovajî dikin. Li gorî NY’yê neçarkirina bi rêya rêbazên tund û girtina sivîlan dişibe baregehên girtina sivîlan."

Ebdurehman planên dewleta Tirk li bakurê Sûriyê eşkere kirin û wiha bi dawî kir: " Der barê projeya Erdogan a nû ya xeternak de, plana avakirina bajaran li herêma di navbera Kobanê û Serêkaniyê de heye ku penaberan lê bi cih bike. Ev proje bi armanca derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e û da ku bi rêya projeya nû ya avakirina avahiyên mêtingehiyê krîzeke penaberan ava bike. Erdogan di projeya xwe de destekê ji dewletên Kendavê û rêxistinên din werdigire. Plan xeternak e, ji ber bi armanca kontrolkirina giştî ya bakurê Sûriyê ye. Divê em girîngiyê bidin çapemeniyê da ku siyasetên Erdogan eşkere bikin. Proje, projeya guhartina demografî ye."

(fr)

ANHA