Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî şêniyên Til Temirê re civiya, bendên peymanê yên girêdayî azadî û mafan şîrove kirin û pêşniyarek taybet bi kedkaran wergirtin.

Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
Şêniyên Til Temirê xwestin madeyeke taybet bi kedkaran bê zêdekirin
10 gulan, 2022   15:02
HESEKÊ

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî îro li navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê civînek lidar xist.

 Civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya hevseroka kantona Hesekê Semer El-Ebdulah û berdevkê Rêvberiya Xweser Luqman Ehmê pêk hat.

Bi dehan hevserokên meclis û komînên navçeya Til Temirê, bajaroka El-Xira, çiyayê Kezwanan û Zirganê, nûnerên saziyên civaka sivîl û endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Di civînê de 99 bendên Peymana Civakî ji aliyê dîwana civînê ve hatin xwendin, piştre nîqaş li ser hatin kirin.

Şêniyên Til Temirê pêşniyar kirin ku bende taybet ji bo kedkaran bê zêde kirin ku maf û nûnertiya kedkaran misoger dike.

Her wiha ji bo parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyên xwestin ku guhertin nexin peymanê.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina civînên bi vî rengî.

Luqman Ehmê got: "Me bendên Peymana Civakî ji Meclisa Til Temirê re xwend, me nêrîn û têbîniyên wan girtin, da em ber çavan re derbas bikin.''

Ehmê diyar kir ku wan di civînê de pêşniyara zêdekirina madeyeke girîng girtin ew jî madeyeke taybet ji bo kedkaran û got: "Beriya ku peyman bê erêkirin, em ê pêşniyaran bidin komîteyê da li peymanê zêde bikin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser diyar kir ku di civînê de pirs û nîqaş li ser bendên azadî û mafan jî hat kirin.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî niha di qonaxa sêyemîn a lidarxistina civînan bi gel re ye. Ev civîna 5'emîn li ser asta kantona Hesekê ye. Di van civînan de bendên peymana civakî tên şîrovekirin û pêşniyarên beşdaran tên girtin.

Piştî ku ev qonax bi dawî bibe, ji bo ku bê erêkirin dê reşnivîsa peymanê ji bo Meclisa Giştî bê şandin.

(şt)

ANHA