Gaziyên Şer ên herêma Firat û Minbicê li dijî êrişên qirkirinê rabûn

Gaziyên Şer ên Herêma Firatê û Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî çiyayên Kurdistanê bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî, faşîzmê û xiyaneta PDK`ê têk bibin” xwepêşandanek li dar xist.

Gaziyên Şer ên herêma Firat û Minbicê li dijî êrişên qirkirinê rabûn
10 gulan, 2022   12:31
KOBANÊ

Xwepêşdanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, gaziyên şer ên Herêma Firatê û Minbicê tev li xwepêşandanê bûn.

Di mitîngê de endamê Saziya Gaziyên Şer a Herêma Firatê Ebdulqadêr Remî û endamê Saziya Gaziyên Şer a Minbicê Cewad El-Imêrî daxuyanî xwend.  

Di daxuyaniyê de xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku tev li êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla bûye, hat şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger bi rêya êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl didin vîna gelên azad têk bibin.

Bang li raya giştî, cîhanê û civata navneteweyî hat kirin ku li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesteke cidî nîşan bidin û êrişan rawestînin.

 (şx)

ANHA