Amerîkayê ceza li toreke darayî ya DAIŞ`ê ferz kir

Amerîkayê li ser toreke fînansekirina çeteyên DAIŞ'ê, ku li Tirkiyê, Endonêzya û Sûriyê kar dike, ceza ferz kir.

Amerîkayê ceza li toreke darayî ya DAIŞ`ê ferz kir
10 gulan, 2022   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser toreke ji 5 kesan pêk tê ku çeteyên DAIŞ'ê finanse dikir û li Endonêzya, Sûriye û Tirkiyê piştevaniya “koma radîkal” a li Sûriyê dike, ceza ferz kir.

Wezareta Darayî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got: "Ew kes di hêsankirina derbasbûna komên tundraw bo Sûriyê û herêmên din ên çeteyên DAIŞê lê çalak in, her wiha di şandina pereyan ji çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên penaberan ên Sûriyê de, roleke sereke dilîzin."

Wezaretê her wiha diyar kir ku ew tor li Endonêzya û Tirkiyê pereyan kom dike û miqdareke pereyan ji bo derbaskirina zarokan bi qaçaxî ji kampan û radestkirina wan bo çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî, bi kar anîn.

Ceza roja duşemê li ser; Doi Dahlia Susanti, Rudi Hariady, Ari Cardian, Mihemed Dandi Adiguna û Dînî Ramadanî hat ferzkirin. Li gorî wê, milkên wan ên li Amerîka tên cemidandin, her wiha qedexe ye ku welatiyên Amerîka bi wan re dan û standinê bikin.

 (dx)