YAT`ê hevkarekî çeteyên DAIŞ`ê girt

QSD`ê ragihand ku di operasyona Yekîneyên Antî-Teror de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hevkarekî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê hatiye girtin.

YAT`ê hevkarekî çeteyên DAIŞ`ê girt
10 gulan, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da raya giştî û tê de ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞ`ê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê, hevkarekî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girt, ku çek ji wan re peyda dikirin û şane finanse dikirin.

Operasyon li ser agahiyên taybet ên yekîneyên me bi dest xistine, pêk hat û bi ser mala ku ew çete lê dima de hate girtin.

Di operasyonê de, miqdareke çekan hate desteserkirin û çeteyê hatî binçavkirin bo dadgehê hate veguhestin.

Yekîneyên Antî-Teror di rojên dawîn de li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê û 2 hevkarên pê re girtibûn.”

(cx)