Parêzerên rêber Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kir
10 gulan, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin.