Civîna 5`emîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li Hesekê tê lidarxistin

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Til Temirê reşnivîsa peymanê bi beşên cuda yên civakê re nîqaş dike.

Civîna 5`emîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li Hesekê tê lidarxistin
10 gulan, 2022   08:57
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê civîna 5`emîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi meclis û saziyên kantona Hesekê re dest pê kir. Civîn bi armanca nîqaşkirina reşnivîsa peymana civakî bi hejmareke herî zêde ji beşên civakê re tên lidarxistin.

Di civînê de reşnivîsa peymanê hevserokên Meclisên Navçeyên Til Temir, Zirgan û Çiyayê Kezwana, her wiha hevserokên komînên Navçeya Til Temirê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên civaka sivîl re tê nîqaşkirin.

Civînê bi xwendina reşnivîsa peymana civakî dest pê kir. Di civînê de endamên komîteya teng û berfireh a Sazkirina Peymana Civakî û di nav de hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah û berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê beşdar bûne.

Komîteyê di 14`ê Nîsanê de bi komîn û sazyên navçeya Holê re, di 16`ê Nîsanê de bi meclis, komîn û saziyên bajarê Hesekê re, di 18`ê Nîsanê de bi meclis, komîn û saziyên navçeya Şedadê re û herî dawî di 27`ê Nîsanê de bi meclis û komînên navçeya Dirbêsiyê re, reşnivîsa peymanê nîqaş kiribû.

Armanca komîteyê ji van civînan xwegihandina hejmarek herî zêde ya sazî, meclis û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaşkirina navaroka reşnivîsa peymanê û girtina nêrînê û pêşniyarên têkildarî reşnivîsê ye.

(cx)

ANHA