Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir

Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pê kir.

Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê kir
10 gulan, 2022   08:14
ŞEHBA

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan, endama rêveber a Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Arîv Nersîs Kassabian, edîtorê giştî yê Kovara El-Hîwar Dr.Azad Elî, endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Kongra Star, nûnerên MSD, Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Kantona Şehba, Yekitiya Êzidiyan û saziyên din ên sivîl tev li komxebatê bûne.

Komxebat li parka Kampa Berxwedan li dar dikeve.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan di destpêka komxebatê de axivî. Tê payîn ku dê Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî bi rêya Zoom tevlî komxebatê bibe.

Mijara yekemîn a komxebatê bi sernavê “Bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê” ye.

Di komxebatê de dê mijarên; bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê, sûc û binpêkirin li gorî qanûnên navneteweyî, rê û rêbazên û tedbîrên stratejîk ên gengaz ji bo rawestandina binpêkirinan û bidawîkirina dagirkeriyê, dê werin nîqaşkirin.

Tê payîn ku kesayetên navdar mîna dîlompatê berê û akademîsyanê Zanîngeha Kolombya ya Amerîkayê David Phillips, Nûnera Aştiyê ya Yemenê Raîde El-Zebhanî, mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî, mudîra Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Amerîka Megun Judth, serokê saziya Maat a Aştiyê û Geşepêdan û Mafên Mirovan-Misir Dr.Emîn Eqîl û lêkolînerê û analîzvanê di şerên navneteweyî-Amerîka de pispor Thoreau Redcroft, tev li komxebatê bibin.

(şx)

ANHA