​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam û Tehranê li ser dayîna enerjiyê li hev kir

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, têkildarî serdana El-Esad bo Îranê, destwerdana Amerîkayê li Sûdanê û rewşa Tûnisê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam û Tehranê li ser dayîna enerjiyê li hev kir
10 gulan, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

WÊ ÎRAN ENERJIYÊ BIDE SÛRIYÊ

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Medya xwecihî ya Sûriyê, eşkere kir ku xeta îran-Sûriyê ya enerjiyê di serdana serok Beşar El-Esed a Tehranê de hat aktîfkirin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) diyar kir ku bi îmzekiirna vê lihevkirinê re, dê Îran madeyên enerjiyê û yên bingehîn bişîne Sûriyê lê detayên têkildarî lêçûna vê xetê bi bîr nexistin.

Ev xet, cureyek ji dayîna deynan e ku bank û saziyên malî li gorî baneke diyar didin bi şertê ku aliyê deyn biriye, di dema xwe de deyna xwe dide. Bi lihevkirina her du aliyan, dikarin miqdara deyn zêde bikin.

Xeta yekemîn sala 2013`an bi milyar dolarî û tevî fayîzê hat vekirin, dûre xetek din bi 3 milyar dolaran hat vekirin da ku pêdiviyên welêt ji sotemeniyê pêk bên. Sala 2015`an xeteke din bi milar dolarî hat vekirin. Şamê ev xet di fînansekirina anîna kelûpelan ji derve û pêkanîna projeyan de bi kar anî. Desteka aborî ya Îranê ji bo rejîmê li rex van xetan, di gelek lihevkirinên hevkariya aborî de hatine misogerkirin.

Ji navîna Adarê ve piştî kêmbûna destekdayîna Rûsyayê û rawestandina xetên petrola Îranê, li Sûriyê aloziyeke sotemenî û enerjiyê heye. Li gorî dezgehên çapemeniyê, Şamê ji gelek dewletên Ereban xwest ku bi rêya şîrketên taybet petrolê bidin wê, lê ji ber cezayên aborî yên li ser Sûriyê hatine ferkirin, ev yek pêk nehat. Çavkaniyên aborî yên li Şamê diyar kirin ku ji bilî aktîfkirina xeta Îran-Sûriyê û dîtina çareyekê ji bo şertên Îranê tu rê li pêşiya Sûriyê tune ye. Îran ji bo aktîfkirina vê xetê, dayîna pereyan şert danî.”

DEWTWERDANA AMERÎKAYÊ LI SÛDANÊ ALOZIYA SIYASÎ GIRÊKTIR KIR

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Desteka DYA`yê ya ji bo Sûdanê, hewldanên çareserkirina aloziya siyasî asteng dikin.

DYA`yê roja yekşemê destnîşan kir ku ew desketê dide diyaloga di navbera aliyên Sûdanê de da ku aloziya siyasî bi sponseriya mekanîzmeya sêalî ya NY, Yekitiya Afîrkayê û Desteya Hikumetê ya Geşkirinê ya Rojhilatê Afîrkayê (Igad) dike.

Li gorî analîzvanan, destwerdana Amerîkayê di Sûdanê de, aloziya siyasî girêktir kir û parçebûna di navbera sivîlan û leşkeran de zêde kir.

Senatoya Amerîkayê di Kanûna 2021`an de qanûnek erê kir ku piştgiriyê dide veguhastina demokratîk a li Sûdanê û Washington li gorî qanûna bi navê “Qanûna veguhastina demokratîk a Sûdanê, hesabxwestinê û zelalbûna malî”, soz da ku destekê bide pêvajoya demkî heta ku hikumetek bi rêveberiyeke sivîl li Sûdanê tê diyarkirin.”

SEROKÊ TÛNISÊ ENDAMÊN NÛ JI BO KOMÎTEYA HILBIJARTINAN ERKDAR KIR

Rojnameya El-Beyan li ser rewşa Tûnisê wiha nivisî: “Serokê Tûnisê Qeys Seîd biryarek da û tê de endamên Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan diyar kir.

Biryara Qeys di rojnameya fermî de hat weşandin. Tê payîn ku referandûma 25`ê Tîrmehê li ser guhertinên siyasî pêk were.

Wê Farûq Bûesker li şûna serokê berê Nebîn Bafon, bibe serokê desteyê ku ji 7 endaman pêk tê.

Di Nîsanê de serok Qeyse Seîd piştî ku parlamento di 25`ê Tîrmehê de taloq kir û di Adarê de ji hev xist, biryareke din stend ku desteya destûrê bê guhertin.”

(şx)